Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 6'emîn Kongreya xwe di 15-16'ê îlonê de bi şîara "Ji Xwerseriya Demorkatîk ber bi yekîtiya neteweyî ve" li Amedê li dar dixe. Di kongreyê de Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk dê dîsa bên hilbijartin. Ji ber girtinan dê delgeyên nû tevli kongreyê bibin û ji sedî 60 delegeyên gel ji sedî 40 jî delegeyên saziyan dê tevli kongreyê bibin. Di kongreyê de bi tevlibûna delegeyên gel, delegeyên saziyan, rewşenbîr, hûnermend, komên cuda yên baweriyê û ruspiyên meclîsa daîmî ya ji 101 kesan pêk tê bê hilbijartin. Di kongreyê de ji sedî 40 kotaya jinê jî tê bikaranîn û dê 2 salan carekê kongre bê li dar xistin. Kongre dê 2 rojan berdewam bike û ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek kes, partî, oldar, komên cuda û siyasetmedar dê beşdarî kongreyê bibe.
Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk derbarê xebatên kongreyê de diyar kir ku ew dixwazin xweseriya demokratîk bi hêza xwe ya xweser înşa bikin û ev yekê di sedsala 21'emîn de ji bo statuya Kurdan gelek girîng e û wiha got: "Em bi çavê KCD parlementoya hemû gelên bi nasnameya xwe, çand û baweriya li Kurdistanê dijîn lê dinêrin. Ji ber vê yekê em dê di vê çarçoveyê de kongreya xwe li dar bikin. Ji roja xweseriya demokratîk hatiye îlankirin heta niha me hewl da ku aliyên xweseriya demokratîk ên wekî siyasî, ekolojîk, civakî, aborî û çandî pêk bînin. Di vê derbarê de me gelek komxebat pêk anî.” Çelîk, anî ziman ku dixwazin hemû aliyên Kurdan tevli kongreyê bikin û axivî: “Ji ber ku kongreyekî Kurdistanî ye em dixwazin hemû rêxistinên Kurdistanê di kongreyê cihê xwe bigirin. Ligel rewşenbîrên Tirkiyeyê, derdorên çepgir, xwezaparêz û heta xwendekaran gelek kes me dewetî kongreyê kir. Em nizanin dê kî beşdar bibe, lê em li benda tevlibûneke bi hêz in. Me PYD, PDK û YNK jî dewetî kongreyê kir. Em hêvî dikin ku bi vê kongreyê dê bingeha Konferansa Neteweyî bê avêtin."

AMED