Di daxuyaniyê de hat gotin ku cardin Kurd bi komkujiyê re rû bi rû mane û hat gotin ku ev komkujî, Helepçe, Geliyê Zîlan, Dêrsîm û gelek komkujiyên din bi bîr tîne.

Daxuyaniya KCD'ê wiha hat domandin: "Bêdengiya dewlet û çapemeniyê dide nîşandan ku em bi qetliyameke organizekirî re rû bi rûne. Beriya komkujiyê leşkeran ji gundiyan re gotiye 'Ji vir derbas nebin' û berê gundiyan daye aliyek din.  Ev jî dide nîşandan ku ev karekî organîzekiriye." Di dawiya daxuyaniyê de KCD'ê bang li hemû derdoran kir ku li hemberî vê sûcê mirovahiyê bêdeng nemînin û ev tişt hatin gotin: "Ev ne yekem care Kurd rastî komkujiya dewletê tên. Heta niha gelek caran Kurd rastî komkujiya dewletê hatine. Em dê li hemberî van komkujiyan her tim li berxwe bidin."

DÎHA/ENQERE  




HDK: Divê AKP hesaba komkujiyê bide

Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlementerên BDP'ê têkildarî qetilkirina 35 gundiyên gundê Roboskî yê daxuyanî dan û diyar kirin ku divê hikûmeta AKP'ê hesaba komkujiyê bide û peya pêşiya vê yekê bernadin hate dan.

Civana HDK'ê ya rêziknameyê a li Odeya Tabîban a Stenbol vegeriya civîna Komkujiya Roboskî. Endamên HDK'ê û parlementerên BDP'ê Ertugrul Kurkçu, Sebahat Tuncel, Husamettîn Zenderlîoglu, Erol Dora, Halîl Aksoy, Parlementerên serbixwe yê Stenbolê Abdullah Levent Tuzel, Prof. Ahmet Tonak, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Erdal Îmrek û Fatma Gok û Nîvîskar Nuray Mert tevlî civînê bûn. Parlementerê BDP'ê Kurkçu, diyar kir ku piştî daxuyaniya Serfermandariyê berpirsiyarê komkujiyê hikûmet e.

STENBOL




Jiyan rawestiya

Li herêmê bi armanc şermezarkirina komkujiya li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê dikan nehatin vekirin. Li Amed, Şirnex, Colemêrg û hemû bajarên herêmê û navçeyan esnafan dikanên xwe venekirin û xwendekaran dibistan boykot kirin.
Li navçeyên Peyas, Yenîşehîr, Rezan û Surê yên Amedê esnafan dikanên xwe venekirin. Li bajar ji bîlî firin û dermanfiroşan dikan girtîne û Semta Ofîsê jî di nav de hemû dikan girtîne. Otobusên Şaredariya Bajarê Mezin û otobusên gel kontax girtin

Li Şirnex û Colemêrgê jî esnafan dikanan xwe îro jî venekirin. Her wiha li tevahiya Kurdistanê li navçeyên mîna Bazîd, Giyadînê,  Elebak, Gever, Çelê,  Hezo, Ferqîn, Bismil, Qoser, Şermex, Dêrîk,  Nisêbîn, Cizîr, Qileban, Elkê, Silopî, Hezex, Pirsusê, Kop,  Milazgirê yên Mûşê jî esnafan dikanên xwe venekirin. û xwendekaran jî dibistan boykot kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN