Heyeta KCD û BDP'ê piştî hevdîtina bi Talabanî re dê bi nûnerên partiyên siyasî yên kurd ên li Suriyeyê re bên cem hev. Di rojeva vê hevdîtinê de jî yekîtiya kurdan heye. Hate zanîn ku heyet dê bi nûnerên rêxistinên kurd ên Îranê re jî bicive. Lê hevdîtina vê yekê dê pêk bê an na nehate zelalkirin. Heyet dê piştre biçe Hewlêrê. Heyet, dê hewl bidne ku li Hewlêrê bi gelek nûnerên part û saziyan re hevdîtinan bikin.
Bi saziyên civakî re hevdîtin
Hevserokên KCD û BDP'ê li navçeya Dukanê ya Silêmaiyê çûn qesra Celal Talabanî û bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên piştî erdheja Wanê ji Wanê re alîkarî şandin re hatin cem hev. Hate diyarkirin ku di civînê de mijara alîkariyên tên şandin dê çawa hêj baştir bên rêkirin û yekîtiya kurdan hate nîqaşkirin. Hate zanîn ku di civînê de nûnerên saziyan bal kişandin ser yekîtiya kurdan.
Heyeta KCD û BDP'ê dê piştî re bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re bên cem hev. Di rojeva civînê de geşedanên Rojhilata Navîn û bi vê yekê ve girêdayî rewşa kurdan û mijara "Konferasa Neteweyî ya Kurd" heye.
DÎHA/SILÊMANÎ