Kongreya Cîvaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja  Zimanê Zikmakî yê Cîhanê daxuyaniyek da. KCD’ê diyar kir ku Îsal ji bo pîrozkirina 21’ê Sibatê ew wek  KCD’ê piştgiriyê didin çalakiyên ziman ên saziyên Kurd û hemû gelê xwe vexwendiyê çalakiyan dikin.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ziman nasnameya neteweyekê ye û heke zimanê neteweyekê ji destê wê were girtin, hebûna wê jî pê re tê girtin. KCD’ê wiha got: “ Li ser rûyê erdê gelek netewe hene û hemû jî bi zar û zimanê xwe dijîn. Bi tevahî li cîhanê nêzî 5 hezar ziman hene. Hinek ziman hene ku bi milyonan kes pê diaxivin hinek ziman hene ku tenê malbatek pê diaxive. Hebûna van zimanan ji bo mirovahiyê tê wateya dewlemendiyê.  Kurd weke neteweyekê xwediyê zimanekî kevn û dewlemend in. Li cîhanê di rêza axaftina kesan de Kurdî di rêza 32’emîn de ye. Ligel ku nêzî pêncî milyon axêverên vî zimanê dewlemend heye. Hê jî Kurd nikarin bi vî zimanî bijîn û perwerde bibin. Li bakurê Kurdistanê nêzî 25 milyon Kurd dijîn. Lê mixabin ku nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û di warê fermî de vî zimanî bi kar bînin.”
KCD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ji bo zimanê Tirkî pêşve bixe, her sal olîmpiyatên zimên li dar dixe û ji hemû neteweyên cîhanê zarokan tîne beşdarî olîmpiyata ziman dike. Bi wan sirûda xwe ya fermî dide xwendin. Hema hema li hemû welatên cîhanê di bin navê dibistanên Tirkan de dibistanan vedike û li wan dibistanan Tirkî fêrî zarokan dike. Lê di heman demê de neyartiyê bi zimanê Kurdî re dike. Nade axaftin di warê fermî de û dixwaze tune bike. Alîkarê serokwezîrê hikûmeta AKP’ê ji bo vî zimanê kevn û dewlemend dibêje; ‘Ev ziman ne zimanê şaristaniyê ye.’  Zimanê Kurdî yê ku li ser vê xakê digel hemû zilm û zordariyan xwe parastiye û ji dewlemendiya xwe tiştek wenda nekiriye ji alî dewleta Tirk ve bi salan e tê pişaftin digel vê yekê her roj bêtir pêşve diçe û bêtir di nav jiyana rojane de tê bikaranîn.”


Dewlet gelek ziman tune kir
KCD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi polîtîkaya xwe ya asîmilasyonê bû sedema têkçûn û tunebûna gelek zimanan li ser vê xakê û wiha got: “Hûn ji pomakan bigirin, heya çerkezan, ji lazan bigirin heya gurciyan gelek ziman tunebûn. Lê Kurdî hê jî ji pê ye û dikare bi zimanê hemû serdestên cîhanê re bimeşe. Di hemû warên zanistî, felsefî û wêjeyî de ev ziman têra xwe dike. Pêşvebirina vî zimanî di dest gelê Kurd de ye. Ev gel çiqas bi vî zimanî biaxive û di nav jiyana rojane de çiqas bi kar bîne ev ziman dê ewqas pêş bikeve. Wekî KCD daxwaza me ji gelê Kurd ew e ku zimanê Kurdî bikin zimanê xwe yê rojane û li sûk û kolanên Kurdistanê dengê Kurdî bilind bikin. Lewre divê baş were zanîn ku têkçûna zimanê Kurdî di heman demê têkçûna neteweya Kurd e jî.  Lewre ziman nasname û rûmeta neteweyê ye. Îsal ji bo pîrozkirina 21’ê sibatê em wekî  KCD’ê piştgiriyê didin çalakiyên zimên yên saziyên Kurd û hemû gelê xwe vedixwînin beşdarbûna van çalakiyan.” 

DÎHA/AMED




Ziman hebûna gelan e

Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê bi munasebeta 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê dê rêzeçalekî li dar bixe. Ev roj ji sala 1999’an ji aliyê Lîjneya Giştî ya UNESCO’yê roja 21 Sibatê wek roja zimanê dayikê yê cîhanê hatiye îlan kirin. Piştî vê rojê ku hate îlankirin, gelê Kurd ji wê rojê pêve her sal di serî de li bajarên heremê û li her cihên ku Kurd lê dijîn vê rojê bi rêze çalekiyan pîroz dikin. Li gel vê rojê jî li ser zimanê Kurdî li heremê û li her deverê hêj astengî û qedexeyên li ser Kurdî bê navber di domin. Di pêşengiya KURDÎ-DER’ê de li bajarê heremê û metropolan ev roj ji sala 2008’an vir ve tê pîrozkirin. Di nava bajarê heremê de ku ev roj lê pîrozkirin jî Êihê. Têkildarî giringîya rojê û çalekiya li Êlihê de rêveber û mamostê KURDÎ-DER’a Êlihê Zubeyîr Çelîk agahî da. Çelîk, diyar kir ku hebûna mirovan bi zimanê wan mimkûne û anî ziman ku ji dîrokê heta niha hatiye aşkerekirin ku ziman rûmeta mirov e û her tim rûmeta gelen di parêze.  Çelîk, anî ziman ku li gel zimanê gelan xwediyê wan zimanan jî ew gel jî hatine tunekirin û wiha got: “Di lêkolîna li ser peyvên vî zimanî de ku hatiye kirin de jî diyar ku xwedî dîrokek mezin e. Ev ziman tenê ne zaravayeke ji pir zaravayan pêk tê. Li gel zaravayê kurmancî yê din jî hene. Ji Serdema Neolîtîk heta niha ev ziman hebûna xwe parastiye û hebûna wî hebûye. Ev ziman tu caran paşve neçûye û her tim bi pêşve ketiye û hebûna wî li holê bûye. Lê mixabin ev ziman her tim di bin pişaftin û zextên hêz û tevgerên siyasî û dagirker hateiye. Van hêzan tu car ne xwestiye zimanê me û gelê me azad bijî. Dema em li 20-30 sal ewil binêrin zimanê me bêtir si bin qedexe û astengiyan de bû. Êdî li ser gelê me anîn rewşek wisa ji bîr kirina ziman kiribûn derûnî. Ew demek wisa bûn lê niha bi têkoşîna ziman me wan qedexe û qeyd û bendan şikandiye.”

‘Bi berxwedan û serhildan rizgar bû’

Çelîk, bal kişand ser pişaftina zimanan û bi bibîr xist ku di gerdûnê de polîtîkaya pişaftina li ser zimanan wek sûç û tewanbarî tê zanîn. Çelîk, ev tişt got: “Mixabin di nava van zimanan de zimanê Kurdî, her tim bi polîtîkayê pişaftinê, qedexe û reşkirinê ve rû bi rû maye. Gelê me ku ji bo zimanê xwe têkoşîna ku daye her tişt li holê ye. Nasname, ziman û çanda gelê Kurd her tim bi redkirin, tunekirin û qedexeyan cihê xwe girtiye. Lê belê gelê Kurd, bi têkoşîn, berxedan û serhildanan van polîtîkayan vala derxistiye û ji bo ku vala derbixe jî têkoşîna xwe di domîne.” Çelîk, destnîşan kir ku tevegera zimana ya gelê Kurd bi hemû hêza xwe ji sala 2006’an vir ve li hemberî astengî û ji bo ku bikeve pêşiya astengiya xebatên gelek mezin kiriye. Çelîk, diyar kir ku gelê Kurd ji salên 1990’î vir ve bedel dide û ji bo zimanê xwe her tim xebat kiriye û sazî û komelê vekirine. Çelîk, da zanîn ku gel ji niha şûn ve bêtir li zimanê xwe xedî derdikeve û got dê bi xebata hêzdar pişaftina û astengiyan pûç derbixe û kor bike. Çelîk, anî ziman ku roja 21 Sibatê ji bo gelê Kurd rojek pîroz e û got di serî de gelê Kurd û hemû gel û mirovên cîhanê dakeve qadan û li hemberî windakirin û pişaftinê serî hilde.

Banga beşdariya çalakiyan

Çelîk, derbarê pîrozî û girîngiya zimanê Kurdî de wiha axivî: “Ziman hebûna gelan e. Her gelek bi zimanê xwe tê nasîn. Zimanê ereban erebî ye, zimanê Tirkan Tirkî ye, zimanê farisan farisî ye. Her gel bi zimanê xwe dijî û bi zimanê xwe perwerde dibe. Gelê Kurd dêrîntirînê gelên Rojhilata navîn e. Îro bi hindikî çil milyon Kurd hene û Zimanê Kurdan jî Kurdî ye, û gelek dewlemend e. Lê mixabin tevî ku bi deh salan e ew qas têkoşîn û bedel hatine dayîn û îro jî li bakûr û li rojava heta li Parîsê xwîna Kurda diherike, ji bo Kurdîtî di vê heyama teknozanî, înternetê û cîhana gulover de hê jî Kurd bi zimanê xwe najîn û bi zimanê xwe perwerde nabin.” Çelîk, bang li hemû gelê Êlihê jî kir ku roja 21 Sibatê tevlî çalekiyên wan bibin û xwest wê rojê kes di malê xwe de nemîne ji bo zimanê xwe çalekiyan pêk bînin.

  DÎHA/ÊLIH