
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tekildarî sala nû ya perwerdehiyê û perwerdehiya bi zimanê zikmakî daxuyaniya çapemeniyê lidarxist û parlemanterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim banga boykotkirina dibistanên Tirkî kir û got, divê gel xwedî li zimanê xwe derkeve.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkîldarî Perwerdehiya Zimanê Dayikê û Mafê Ziman li avahiya KCD’ê dayuxanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Prof. Kadri Yildirim, Feleknaz Uca, Endamê Serokatiya Dîvana KCD’ê Mulkiye Bîrtane û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û gelek nûnerên saziyên sîvîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Parlamenterê HDP’ê ya Sêrtê Kadrî Yildirim ve hat dayîn. Yildirim diyar kir ku sala nû ya perwerdehiyê di nav şermeke mezin de dê destpê bike û got: “Lewre îro li Tirkiyeyê zarokên herî kêm 20 mîlyon Kurdî ji zîmanê xwe yê zikmakî bêpar in.”
Yildirim bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu ya “Êdî Kurd dikarin bi zimanê xwe şîniyan bibêjin” û got, ev jî tê wateya ku dê li Cizîr, Silopî û Amedê zêdetir komkûjî pêk bên û Kurd jî dikarin li ser wan bi Kurdî binalin.
‘Dev ji van polîtîkayan berdin’
Yildirim anî zîman ku êdî ew naxwazin zimanê xwe di şînê de biaxivin û bal kişand ser nakokiyên daxuyaniyên rayedarên AKP’ê û Serokomar Erdogan û wiha axivî: “Berdevkê AKP’ê Arinç radibe û dibêje zimanê Kurdî ne zimanekî şaristaniyê ye. Lê Serokomar Erdogan rabû Qurana pîroz wergerand zimanê Kurdî di pêvajoya hilbijartinê de û polîtîkayên xwe li ser Qurana bi Kurdî domand.” Yildirim bang li hikumetê kir ku dest ji van polîtîkayan berde.
Yildirim herî dawî ji ayetên Quranê mînakan anîn û got: “Di Qurana pîroz de dibêjê, ‘her zimanek ayetek e’. Eger ziman were asîmilekirin ayeta Quranê jî tê asîmîlekirin.”
Dibistanên Tirkî boykot bikin!
Yildirim banga boykotkirina dibistanên Tirkî jî kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li zimanê xwe derkeve. Bila gelê me zimanê xwe hîn bibe û bi zimanê xwe biaxive. Zimanê me rûmeta me ye. Ji ber vê jî em bang li her kesî dikin ku dibistanên Tirkî yên di 28’ê Îlonê de vedibin, boykot bikin.”
DÎHA/AMED