
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku hîn ji bo daxwaza çûyîna heyeta tenduristiyê ya Îmraliyê bersîv nehatiye dayîn û diyar kir ku ev nêzîkatî der heqê helwesta AKP'ê ya li hemberî pêvajoyê de rê li ber fikaran vedike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der heqê daxwaza çûyîna heyeteke serbixwe ya doktoran a ji bo biçin Îmraliyê û kontrola tendûristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê bibîr xist, ku di serî de Yekitiya Tabîban, Odeyên Tabîban ên li Kurdistanê û KCD'ê, gelek rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo çûyîna heyetek serbixwe ya doktoran serlêdan kirine, lê belê hikûmetê heta niha bersiv nedaye ev daxwazan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku neşandina heyeteke serbixwe ya doktoran, helwesta bêcidîbûnê ya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî pêvajoyê nîşan dide" û ji bo gotina Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan a, "Hin dijberên vê pêvajoyê hene" anî ziman ku ew bi xwe dikeve nava helwestên ku vê pêvajoyê sabote bike.
AKP´ê rê li ber fikaran vedike
KCK´ê di daxuyaniyê de bal kişand ser rola Ocalan ya di pêvajoya aştiyê de û weha got: "Neşandina heyeteke doktoran a serbixwe, nêzîkatiya bê cidîbûnê ya hikûmeta AKP'ê a li hemberî pêvajoyê ye. Mûxatabê sereke yê mijara bingehîn a Tirkiyê pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd e. Niha pêvajoyeke çareseriya demokratîk destpê kiriye. Afirînerê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Xemsariya li hemberî tenduristiya Rêberî me, di mijara helwesta AKP'ê ya li pêvajoyê de, rê li ber fikaran vedike. Hêzeke siyasî ya çareseriya pirsgirêka Kurd bixwaze, gelo dikare bi vî rengî tevbigere?"
KCK bibîrxist ku bi salane pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan hene, lê belê heta niha ev nexistiye rojevê û diyar kir ku eger îro heyeteke serbixwe ya tenduristiyê xwestibe, ev ji bo rêveçûna pêvajoyê ye. Di daxuyaniyê ev hate ziman: "Ji ber ku di serketina vê pêvajoyê de, helwest û hewldana vî Rêberî, diyarker e. Ji ber vê yekê, ji bo pêvajoyê baş bimeşîne û tenduristiya wî nebe asteng li pêvajoya pêvajoyê, bi hesas tevdigere. Xemsariya hikûmeta AKP'ê ya li pêşberî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêrîna wê ya li pêvajoyê jî radixe ber çavan. Helwesteke ku guh nade nerazîbûnên civakî yên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nahêle ev Rêberî bi kes an jî komên karibin di çareseriya pirsgirêkê de rolê bileyzin hevdîtinê bike, bi qasî dijberên pêvajoyê, zerarê dide pêvajoyê.
Pîvana parastina pêvajoyê
KCK´ê anî ziman ku eger hikûmeta AKP´ê dixwaze xwedî li pêvajoya çareseriya demokratîk derkeve, divê beriya her tiştî di mijara tenduristiya Ocalan de hesas be û got, "Nîşandan vê hesasiyetê, tevî wezîfeyeke pêvajoyê be, di heman demê de wezîfeyek ji bo hurmetdayîna Rêberê Gelê Kurd e. Heta ku ji vî Rêberî re hurmet neyê nîşandan, ne danûstandin ne jî çareserî pêş nakeve. Ji ber vê yekê divê hikûmeta AKP'ê bêyî dereng bimîne, heyeteke serbixwe ya doktoran bişîne Îmraliyê."
Banga çalakiyan
Di daxuyaniya KCK´ê de hat diyarkirin ku ewlekarî, azadî û tenduristiya Rêber Apo, di heman demê de tenduristî, ewlekarî û azadiya gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de li hemberî helwesta xemsar a AKP´ê jî banga çalakiyan hate kirin û weha hate diyarkirin: "Divê gelê Kurd ji bo pêşveçûna pêvajoyê, azadî û jiyana demokratîk, çalakiyên xwe xurtir bike ku heyeteke serbixwe ya doktoran biçe Îmraliyê. Divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê jî, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê helwestê nîşan bidin û çalakiyan lidar bixin."
ANF/BEHDÎNAN