
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb diyar kir ku ew amade ne beşdarî operasyona Mûsilê bibin û got: “Hebûna hêzên Tirk li Başîka wê rê li ber şerekî mezin ê li herêmê veke.” Xerîb diyar kir ku ger berprisên Iraqê bi şêwazek erênî bersivê bidin, ew dikarin bi roleke çalak di rizgarkirina Mûsilê de rabin.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb behsa girîngiya Mûsilê û rizgarkirina wê kir û wiha axivî: “Mûsil xwedî roleke taybet e di şerê li dijî DAIŞ’ê de û di çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de. PKK di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi roleke sereke rabû. Ew kesên ku xwedî wîjdan bin vê rastiyê dibînin ku hem fikra Rêber Apo hem jî şervan û gerîlayên ku bi fikra Rêber Apo perwerde bûyî, çi li Rojava çi li Başûrê Kurdistanê, bi roleke esasî di şikandina DAIŞ’ê de rabûne. Bi taybet li Kobanê, Şengal, Mexmûr û Kerkûkê her kesî ew rastî bi çavê xwe dît.”
YJA Star, HPG, YPG û YPJ´ê DAIŞ sekinand
Dema gerîlayên me çûne Mexmûrê ti hêzê li dijî DAIŞ’ê şer nekir. Me wek erka însanî li gorî hêza xwe heval şandin wê herêmê, heval bi roleke esasî di şikandina heybeta DAIŞ’ê de rabûn. Morala her kesî li dijî DAIŞ’ê bilind kirin. Her kes li beramber DAIŞ’ê direviya û li ber xwe nedida. Hêzên ku DAIŞ dan sekinandin hêzên YJA Star/ HPG û YPG û YPJ´ê bûn. Her kes bi vê heqîqetê dizane.”
Diyar Xerîb di got, ji bo Mûsilê jî hêzên wan li Mexmûr û Şengalê hene û hêzên wan amade ne li gel YBŞ û hêzên Iraqê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Xerîb li ser mijarê wiha dewam kir: “Hêzên me dikarin bi roleke çalak di operasyona rizgarkirina Mûsilê de rabin. Me daxwazên xwe radestî hêzên Koalîsyonê û hêzên Iraqî kirine.”
Diyar Xerîb bi bîr xist ku Iraq wê biryarê bide, ka hêzên wan wê beşdarî operasyonê bibin yan na û got, “Em hêvî dikin hêzên Iraqê bi şêwazekî erênî tevbigerin, çavê me li gel û xaka Mûsilê nîne. Tenê em dixwazin xelkê Mûsilê rizgar bikin.”
Hebûna hêzên Tirk operasyon taloq kir
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ji bo hêzên Tirk ên li Başîka jî got, “Ger PDK’ê destûr dabe, wê demê nêzîkatiyên wan jî ne rast in û li dijî serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye. Divê rexneyê li xwe bigrin.Bi caran hatiye gotin, hebûna wan hêzan li pêşiya operasyona Mûsilê astengiyan derdixe. Em jî vê helwestê rast dibînin. Mehek zêdetire amadekarî ji bo operasyona Mûsilê di rojevê de ne lê belê ji ber hebûna hêzên Tirk li wê herêmê, operasyon hatiye taloqkirin.”
Hêzên Tirk divê ji tevahiya Kurdistanê werin derxistin
Di dewama axaftina xwe de Diyar Xerîb da zanîn ku hebûna hêzên Tirk derfetê dide DAIŞ’ê ku tedbîrên xwe yên pêwîst bigre û wiha dewam kir: “DAIŞ li wir ji aliyê hêzên Tirk vê tê parastin. Em helwesta ku divê artêşa Tirk ji Başîka vekişe, rast û helwestek di cihê xwe de dibînin. Hêzên Tirk ne tenê li Başîka, divê li tevahiya xaka Herêma Kurdistanê jî werin derxistin.”
Diyar Xerîb wekî din xwest ku divê aliyên navneteweyî jî werin neçar kirin ku li ser hebûna hêzên Tirk biryarê bidin û got, “5 aliyên siyasî yên Başûr jî xwestibûn ku hêzên Tirk derkevin û ev jî helwestek hêja ye. Divê aliyên din jî ku helwesta xwe nîşan nedane, xwedî helwest bin.”
Niyeta Tirkiyê xirab e
Der barê zêdegaviyên dewleta Tirk de û xetera hebûna wê de jî Xerîb got: “Di axaftinên çend rojên dawî yên Erdogan de jî derket holê ku wek sultanên Osmanî yên berê tevdigere. Hê jî difikire Iraq eyaleteke ji Osmaniyan e. Erdogan dibêje; Iraq qebûl bike yan neke em ê beşdarî operasyona Mûsilê bibin. Ev yek dijî qanûnan e. Li dijî serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Niyeta Tirkiyê ji anîna wan leşkeran xirab e. Armanc ew e ku wan herêman bixe bin destê xwe û xwe li ser wê herêmê serwer bike.”
Şerê Îran û Tirkiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê
Di dawiya gotinên xwe de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bal kişand ser xetera mana hêzên Tirkiyeyê: “Em di wê baweriyê de ne, ger em aştiyê dixwazin divê Tirkiyê hêzên xwe bikşîne. Ger Tirkiye hêzên xwe venekşîne, dibe ku Mûsil rizgar bibe, lê belê wê şerek mezin li herêmê biqewime. Dibe ku şerê Şîe û Sune çêbibe. Çawa ku li Çaldiranê di navbera Osmanî û Safewiyan de şer çêbû. Dibe di navbera Îran û Tirkiyeyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê şerek mezin rû bide.”
ROJNEWS / QENDÎL