
KCK’ê di daxuyaniya da de ragihand ku pevçûna di navbera hêzên Îran û gerîlayên PJAK’ê de qewimî, ‘mirova xemgîn dike’. KCK’ê ji her du aliyan xwest ku ‘bi hestyarî tevbigerin’ û xwest pêvajoya bêçalakitiyê bidomînin.
Komîteya Siyasî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û pevçûna di demên dawiyê de di navbera gerîlayên PJAK û Îranê de qewimîn nirxand.
Di daxuyaniya Komîteya Siyasî ya KCK’ê de ev tişt hat gotin: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike, tevger û gelê me dixe nava fikarên mezin. Bila dewleta AKP’ê baş bizanibe ku ev xetimîna pêvajoyê çavkaniya xwe ji rewşa Rêbertiya me digire. Rêberê Gelê Kurd, ji bo muzakere û diyalogan dabû diyarkirin ku tenduristî, ewlekarî û bi awayekî azad tevgeriyan şert û mercên pêwîst in. Heta di vî warî de tu pêşketin çênebe, dê gelê me û raya giştî ya demokratîk di asta herî bilind de nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”
KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de da diyarkirin ku hewldana astengkirina daxwaza statuya siyasî ya xweseriya demokratîk a gelê Kurd, dê weke li Kurdistanê, li herêmê jî rê li ber pirsgirêkên mezin vebike.
KCK’ê bal kişand ser pevçûna di navbera gerîlayên HRK’ê û artêşa Îranê de jî qewimî û ev tişt gotin: “Di 24’ê nîsana 2012’an de, di navbera hêzên HRK’ê yên PJAK û hêzên Komara Îslamî ya Îranê de pevçûnek rû da, em di wê baweriyê de ne ku ev yek ne ji bo berjewendiyên her du aliyane. Em di wê baweriyê de ne ku ger her du alî bi hestyarî nêzîkî bûyerên weke vê bibin û ji binî ve çareser bikin, dê vebijarekek pir maqûl be. Ji bo vê jî, divê Komara Îslamî ya Îranê dest ji tevgerên xwe yên operasyonel berde û divê hêzên HRK’ê yên girêdayî PJAK’ê yên pozîsyona xwe ya bêçalaktiyê biparêze.”
Komîteya Siyasî ya KCK’ê da zanîn ku çareseriya pirsgirêkên wiha ne tundî û pevçûnin, divê bi rêbazên diyalog û muzakereyan bên çareserkirin. KCK’ê diyar kir ku ji ber wê jî, ew bang li aliyên peywendîdar dikin ku bi awayekî hestyartir û berpirsyartirs nêzîk bibin.
ANF/BEHDÎNAN