Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê serokkomarê nû yê Iraqê Berhem Salih pîroz kir. Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî peyama pîrozbahiyê bo Berhem Salih belav kirin.

KCK’ê bi minasebeta serokkomariya Dr. Berhem Salih peyamek belav kir. Peyama KCK wiha ye: “Di pêvajoyeke wiha de ku pirsgirêkên giran ên siyasî, aborî û civakî hene, em pirr girîng dibînin ku rêzdar Berhem Salih hatiye ser meqamekî wiha krîtîk. Em hêvî dikin ku ev peywira giran ku rêzdar Berhem Salih hilgire û ev berpirsyarî ji bo hemû gelên Iraqî bibe ya xêrê.

Em hêvî dikin ku di serî de  pirsa Kurd ji bo çareseriya li ser rêgez û nirxên demokratîk a hemû pirsên siyasî,  aborî û civakî yên Iraqê bibe pêşgavek. Bi vê çarçoveyê em careke din kêfxweşiya xwe diyar dikin ku Rêzdar Berhem Salih bûye Serokkomarê Iraqê û em pîrozbahiyê lê dikin.”

Dikare birînan derman bike

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî peyamek weşand û got: “Bi navê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em gelê Iraqê li ser hilbijartina serokkomar Dr. Berhem Salih pîroz dikin. Di demekê de ku pêwîstiya Iraqê bi kesayetên ku dikarin birînên iraqiyan derman bikin û rewşa belavbûnê bi dawî bikin, heye û her wiha Iraqeke hevgirtî bi hemû pêkhateyên wê ava bikin. Em bawer dikin ku Dr. Berhem Salih dê bibe kesayeta rast a van hêviyan û bi vê minasebetê em ji wî û gelê Iraqê re serketinê dixwazin.”

KCD´yê jî Dr. Berhem Salih pîroz kir û got, “Em di wê baweriyê de ne ku di serî de gengeşiya di navbera Şiî û Sunnî û hemû nasname û baweriyên cuda yên li Iraqê de ji hole rake û di nava gelan de jiyana hevpar ava bike.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN