
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li Dîlokê şermezar kir û ji bo xelkê Dîlokê û malbatên kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest. KCK’ê got; “Kê vê bûyerê kiribe, encamên wê bi aşkereyî li ber çavan in. Ev bûyer bi kêrî hukûmeta AKP’ê ya ku şer bi rê ve dibe hatiye.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê teqîna ku di 20’ê Tebaxê de li Dîlokê pêk hat û di encamê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û ev bûyer şermezar kir. KCK’ê bal kişand ser hesabên hukûmeta AKP’ê yên li ser vê bûyerê.
KCK di daxuyaniyê de li hemberî bûyerê xemgîniya xwe anî ziman û ji malbatên mirovên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xwest. KCK´ê diyar kir ku ev teqîna ku li Dîlokê rû da hemû civak xist nava şînê û bersîv da daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ku ji teqînê PKK´ê berpirsyar digirin.
´HPG´ê berî bûyerê daxuyanî dabû´
KCK di daxuyaniyê de destnîşan dike ku berî cejna Remazanê HPG eşkere kiribû ku wê di rojên cejnê de çalakiyan bikarneyenîn û weha dibêje: "Di derbarê bûyera tirsnak a li Dîlokê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî dabû û ji rayagiştî re aşkera kiribû ku, bi tu awayî têkiliya wan bi bûyerê re tune ye. Li tevî vê yekê jî dewleta AKP’ê ji dema ku ev bûyer rûdayî heya niha bêyî ku tiştek di dest de hebe, bi hemû hêza xwe hewil dide biavêje ser stûyê tevgera me. Tevgera Azadiya Kurdistanê ku îro gihiştiye asta encamgirtinê, dixwaze hemû mafên gelê Kurd bi dest bixe û armanc dike ku piştgiriya rayagiştî ya Tirkiyeyê bigire. Pir zelal e ku, tevgerekî di nava hewildanên bi vî awayî de û xwe kilîda encamgirtinê kiriye, ne gengaze ku bûyerek wisa plan bike. Tevgera me ferman daye hemû yekîneyan ku bi taybet li cihên sivîl lê heyî û rojên cejnê de çalakiyan li dar nexin. Her wiha di 18’ê Tebaxê de di peyama cejnê ya weşandî de jî ji rayagiştî re hatiye gotin ku, “Ger neçar nebin wê di rojên cejnê de ji şer û pevçûnan dûr bikevin."
AKP bûyerê dike bahaneya êrîşan
KCK balê dikşîne ser helwestên dijminane yê hukûmeta AKP´ê jî û diyar kir ku AKP´ê bi teqîna Dîlokê dixwaze li hemberî Tevgera Azadiya Kurdan pêngaveke bide destpêkirin, ji bo Kurdan biçewisîne derî li êrîşên nijadperest û kampanyayên lînçê vekir. KCK di vê mijarê de weha got: "Hukûmeta AKP’ê ya ku li ber çavê her kesê di 29’ê Kanûna 2011 de li Roboskiyê piraniya wan zarok 34 mirovên me qetil kir û heta niha hesabê wê nedaye, nikare bi berovajîkirina bûyera li Dîlokê sucê xwe yê şer veşêre û xwe paqij bike. Bi vê teqînê AKP nikare polîtîkayên şer ên sîstematîk û berpirsyariya xwe veşêre.
Kê ev bûyer kiribe, encamên wê bi aşkereyî li ber çavan in. Ev bûyer bi kêrî hukûmeta AKP’ê ya ku şer bi rê ve dibe hatiye. Hukûmeta AKP’ê ya li hemberî daxwazên mafdar ên gelê me bêçare maye, dixwaze bi vê bûyerê piştgiriya civakî werbigire, nijadperestiyê gur bike. Berpirsê vê bûyerê hukûmeta AKP’ê ya ku welat ber bi şer ve dibe ye."
Tevgera Kurd dikin hedef
KCK di daxuyaniyê de êrîşen faşîzan yên rêxistinkirî ku li hemberî gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd pêk hatin jî şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş dibin sedema şer û kuştinên nû û got: "Li aliyekê zimanê herî tund bi kar tîne û hestên şovenîst dide civakê û li aliyeke din jî banga xemsariyê dike ev yek jî durûtiyek mezin e."
KCK li dijî polîtîkaya şerxwaz ya hukûmeta AKP´ê jî bi van gotinan nerazîbûn nîşan da: "Hukûmeta AKP’ê ya ku li hundir û derve pêngav bi pêngav konsepta şer pêk tîne, têkiliyên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi Sûriye û Îranê re çêdike û dixwaze bike hedefa hêzên navneteweyî; li hundir jî dixwaze bûyerên weke Dîlokê bi kar bîne û bike hedefa beşên nijadperest-şoven. Siyaseta hukûmeta AKP’ê ya ku dixwaze li Rojhilata Navîn rolek werbigire dimeşîne, Tirkiyeyê ber bi kendalan ve dibe, dahatûya aşitiyane ya Rojhilata Navîn xira dike, derbe li têkoşîna ji bo demokrasiyê dixe û aloziya çareseriya pirsgirêka Kurd kûrtir dike."
Banga xweparastinê
Di daxuyaniyê de KCK´ê li dijî hewldanên lînçê û êrîşan jî banga xweparastinê kir: "Di vê rewşê de hemû gelê Kurdistanê pêwîste li cihên ku lê ne, rêxistinên xwe bi hêztir bikin û tedbîrên xweparastinê pêş bixin. Pêwîste gelê me li hember hemû êrîşên paşverû-faşîst bi hêza xwe ya rêxistinkirî mafê xwe yê parastina rewa bikar bîne, li dijî her cure êrîşan paşve gav neavêje û pêwîste tekoşîna xwe ya azadiyê ya mafdar bilindtir bike. Tu kes nikare gelê Kurd bi şîdet û kampanyayên lînçkirinê yên faşîst bitirsîne, dîl bigire û gelê me yê welatparêz ji doza azadiyê dûr bixe... Emê tu caran destûr nedin ku bûyerên provokatîf sihê li ser tekoşîna me ya mafdar bike. Hemû gelê me yê welatparêz û dostên me û hemû demokratên alîgirên biratiya gelan; Em bang dikin ku li dijî polîtîkayên şerê psîkolojîk û komkujên AKP’ê têkoşîna aştî û çareseriya demokratîk bihêztir bi rê ve bibin.”
BEHDÎNAN
13 kes di bincavan de ne
Walîtiya Dîlokê diyar kir ku der barê teqîna li Dîlokê de 13 kes hatine binçavkirin. Serokkomarê Tirk jî da zanîn ku kesê ku teqîn rêvebiriye di lêpirsînê de ye.
Li gorî rojnameyên çapameniya Tirk, mamosteyekî bi navê M.H. ku li navçeya Riha Sîweregê kar dike ji teqîna li Dîlokê kiriye. Tê îdîakirin ku M.H. wesaîta bombebarkirî bi bi rêya wesaîteke din şandiye Dîlokê. Li gorî nûçeyên di rojnameyan de, polîs piştî bûyere xwediye wesaîta ku wesaîta bombebarkirî kişandiye cihê bûyerê lêpirsîn kirine û bi vê yekê xwe gihandine M.H.´yê. M.H. ku li Mêrsînê hatiye binçavkirin, li Sîweregê wazîfeyê dike. Tê îdîakirin ku piştî wesaît xira bûye, bi biryara PKK´ê wesaîta bombebarkirî bi rêya wesaîteke din şandiye Dîlokê. Mamoste M.H. di lêpirsîna xwe ya pêşîn de anî ziman ku ji bo wesaîtê çêbike alîkarî daye û got, "Ezê çûba tatîlê. Wesaît xira bûbû, ez bi kesekî nas ku wê karibe çêbike kir geriyam. Min ji wan re wesaîteke ku karibin pê wesaîta xirabûyî bikişînin şand. Paşê jî ez çûm tatîlê."
Hat îdîakirin ku kesê bi wesaîta bombebarkirî çûye Dîlokê, PKK´î ye. Waliyê Dîlokê Erdal Ata jî diyar kir ku ji ber teqîna Dîlokê 13 kes hatine binçavkirin û got, "Li pey bûyerê ew hene. Yên biryar dane û teqîn rêvebirine endamên PKK ne."
Hevserokê BDP´ê Selahattîn Demîrtaş jî destnîşan kir ku PKK´ê çalakî negirtiye ser xwe û got, "Yên berovajî vê yekê daxuyanî didin, divê vê îspat bikin."
Ji aliyê din ve hêjmara kesên ku di teqîna Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan bû 10. Fatma Erdem ya 10 salî ku di bûyerê de birîndar bûbû jî jiyana xwe ji dest da.
DÎLOK