Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji malbatên kesên di êrîşa hovane ya li hemberî navend û konvoya hilbijartinê ya YNK'ê ya li Xaneqînê jiyana xwe ji dest dan û rêveberiya YNK'ê re sersaxî, ji birîndaran jî şîfa xêrê xwest.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt hat gotin: “Em hêzên êrîş pêk anîne bi tundî şermezar dikin. Em bawerin ku gelê Kurd wê qat bi qat zêdetir hesab ji terorîstên dest bi xwîn, bipirse. Yên ku li Xaneqînê li dijî gelê me êrîş kirine û li Rojava xwîna gelê me dirijînin, heman hêzên çete ne.”
KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku êrîşa ku herî dawî pêk hatiye nîşan daye ku berjewendiyên Kurdistanê dibin xeterê de ye û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bersiva herî mezin a gelê me li hêzên hegemonîk û van komên çete yên dest bi xwîn, tavilê pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd e. Li Kurdistanê li sînorên bi neheqî û riya zordariyê hatine xêzkirin zêdekirina sînorên nû, li xendekan kolandina xendekên nû re nabe; bi yekitî û berjewendiyên neteweyî re, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me dikare xurtir bibe.”  

KNK: Nikarin pêşî li Kurdan bigirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)  jî bi daxuyaniyekê êrîşa li Xaneqînê ya ku di encamê de zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest da, bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku xêrnexwaz wê nikaribin bi van êrîşên hovane re pêşî li pêşketina Kurdên li Rojhilata Navîn bigirin.
Konseya Reveber a KNK'ê der barê êrîşa xwekujî ya li hemberî mîtînga YNK'ê ya li Xaneqînê daxuyaniyek nivîskî weşand û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
KNK'ê bal kişand ser pêkhatina êrîşê di dema beriya hilbijartinên 30'ê nîsanê yên li başûrê Kurdistanê û diyar kir ku xêrnexwazên ji pêşketin û geşbûna Kurdistanê aciz in bi tu awayî dest ji tevlihevî û fitneyê bernadin.
KNK'ê diyar kir ku derdorên reş û tarî dê bi van kiryaran nikaribin bigihîjin armanca xwe û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em bi vê bûyera dilsoj xemgîn in û sersaxiyê ji malbatan re dixwazin. Herwiha em sersaxiyê ji hemû rêvebir, endam û aligirên YNK’ê ku di mitînga wan a hilbijartinê de ev êrîşe bi serê wan hatiye. Bila serê serê gelê me sax be."

Ji BDP'ê nerazîbûn  

BDP'ê êrîşa li Xaneqînê ya li hemberî mîtînga YNK'ê ku di encamê de zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan bi zimanekî tund şermezar kir.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li hemberî gelê Xaneqînê yê başûrê Kurdistanê ku ji ber weşandina dîmenên Serokkomarê Iraqê birêz Celal Talabanî pîrozbahî lidar xist, komkujiyek hat kirin.
Demîrtaş der barê êrîşa li hemberî sivîlan de ev tişt got: “Em vê komkujiya li dijî gelê Kurd hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin. Ji bo hêzên li pişt vê komkujiyê werin ronîkirin û hesab ji yên ev sûcê li dijî mirovahiyê kiriye bê pirsîn em bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikin ku bi wezîfeyên xwe rabin. Em vê êşa gelê başûrê Kurdistanê ji dil parve dikin, careke din diyar dikin ku em li cem wan in. Ji xwişk û birayên xwe yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane em rehma xwedê, ji malbat û tevahiya gelê Kurdistanê sersaxiyê û ji birîndaran jî şîfa dixwazin."  

Ji TEV-DEM’ê peyama sersaxiyê

Nûnertiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ji bo malbatên qurbaniyên ku di teqînên li bajarê Xaneqînê pêk hatin û di encamê de dehan welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û hejmareke mezin jî birîndar bûn re peyama sersaxiyê şand. Di peyama TEV-DEM'ê de wiha hat gotin: “Em bi agahiya van teqînan ku têde dehan welatiyên sivîl ên bêguneh jiyana xwe jidest dan û gelek birîndar bûn, pir xemgîn bûn.
Teqînên ku li dijî navendên û kombûnên sivîl ên YNK’ê pêk hatin û hemû êrîşên din tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em wekî nûnertiya TEV-DEM'ê ya başûrê Kurdistanê ji bo rêveber, endamên buroya siyasî, buroya têkiliyan ên YNK'ê û malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji bo hemû birîndaran şîfaya lezgîn dixwazin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN




Xeneqîn bû hedef

Di êdîşên xwekuj ên şêva din û doh ên li herêma Xeneqînê de bi dehan Kurd jiyana xwe ji dest dan. Koma çete ya bi navê Dewleta Îslamî ya li Êraq û Şamê (DAIŞ) êrîş girte ser xwe.

Di êrişa li dijî mîtinga YNK’ê a li bajarê Kurdan Xaneqîn ku hîn bi şêweyekî fermî li ser Herêma Kurdistana Federal nehatiye qeyd kirin, herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da, bidehan kes jî birîndar bû. Doh serê sibehê jî li Sediya girêdayî Xeneqînê êrîşek pêk hat û di vê êrîşê de jî 30 kes hate kuştin, bi dehan kes birhindar bûn.
Li Xaneqînê didema mîtinga ji aliyê YNK’ê ve hat li darxistin de êriş pêkhat. Hat hînbûn ku teqîn li pêş avahiya YNK’ê a li Xaneqînê pêkhatiye.
Li gorî AFP’ê êriş li dijî koma YNK’ê a ku piştî dîmenên Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî di televizyonê de derketin şûnde şahî li darxistin pêk hatiye. AFP’ê ragehand ku herî kêm 30 kes mirine û 50 kes jî birîndar bûne.
Li gorî PUKmedia’yê herî kêm 30 kes mirîne, 30 kes jî birîndar bûne. Hat ragehandin ku ji bîrîndaran rewşa gelekan girane.
Rudawê jî da diyar kirin ku di dema mîtinga ku ji bo hilbijartinên giştî yên 30’ê Nîsanê yên Iraqê de êrişa xwekujî pêkhatiye, herî kêm 18 kes mirine, 24 kes jî birîndar bûne. Fikarên ku bîlançû hîn zêde bibe hene. Ev bû êrişa herî bi xwîn a ku di salên dawî de li hemberî Kurdan pêkhatiye.

Li Sediya êrîş: 30 mirî, 40 birîndar

Di ser komkujiya li bajarê Xaneqînê hînê 24 saet derbas nebûn, vê carê li navçeya Sediya du êrîşên bombeyî rû dan. Di êrîşan doh serê sibehê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Li navçeyê saet li dora 09.15'an du êrîşên cuda yên bombeyî rû dan. Yek jê li nêzî ocaxa çayê ya li bazara navçeyê, ya din jî li kêla saziya elektrîkê ya navçeyê rû da. Di bûyeran de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirine nexweşxaneyên li herêmê û li navçeyê tedbîrên ewlekariyê hatin stendin. Berpirsyariya êrîşê hînê kesî negirtiye ser milê xwe lê belê tê texmînkirin ku pêwendiya xwe bi hilbijartinên giştî yên Iraqê yên 30'ê Nîsanê re heye.

DAIŞ'ê êrîş girte ser xwe

Komên çete yên Dewleta Îslamî ya li Êraq û Şamê (DAIŞ) bi rêya tevna civakî teqîn û komkujiya pêr li dijî xelkê sivîl ên mîtînga hilbijartinê ya YNK'ê bûbun girt ser xwe û diyar kirin ku ev teqîn ji aliyê wan pêk hatiye.  

XANEQÎN