Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û got, "Rizgariya Kobanê ya bi berxwedaneke dîrokî re, li çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Em şehîdên Kurdistanê yên bi berxwedaneke lehengî re şehîd ketin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."
KCK'ê da xuyakirin ku yên li Kobanê li ber xwe dan û bi ser ket ne tenê Kurd in, tevahiya mirovahî ye û got, "Ya ku Kobanê rizgar kir, ruhê piştevaniyê yê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Rizgariya Kobanê serketineke ku tevahiya mirovahiyê bi berxwedanê re bi dest xistiye.”
‘AKP'ê DAIŞ xwedî kir û mezin kir’
KCK'ê diyar kir ku yê êrîşî Kobanê kir DAIŞ e, lê yê da êrîşkirin û li pişt sekinî hikûmeta AKP'ê ye û wiha dewam kir: "Ji bo Kurdan tine bikin, Şoreşa Rojava tesfiye bikin, hikûmeta AKP'ê DAIŞ xwedî kir û mezin kir.”
KCK'ê da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê bi karakterê xwe yê mezhebî û dijminatiya Kurdan, DAIŞ ji xwe re weke amûreke siyasî bi kar anî û wiha got: “Bi vî rengî hem xwest Şoreşa Rojava bifetisîne, hem jî di ser Sûriyeyê re hîn bêhtir bandorê li polîtîkayên Rojhilata Navîn bike. Lewma hikûmeta AKP'ê ji hebûna DAIŞ'ê berpirsyar e, di heman demê de hevparê hemû sûcên DAIŞ'ê ye.”
Her wiha KCK’ê bal kişand ser têkiliyên di navbera DAIŞ, El Nûsra û Ahrar El Şam û got: "Yên ku di navbera van hemû çeteyên faşîst de koorînasyonê pêk tînin, endamên îstîxbarata Tirk in."
‘Heviyê sîstemeke nû ava kir’
KCK’ê got, eger îro kooalîsyona navneteweyî û Rûsya dikarin qala encameke wergirtî ya li dijî DAIŞ'ê bikin, bi saya hêzên li ser meydanê şer dikin e û wiha pê de çû: “Hêzên şoreşger ên Rojava ne, ku di her şerî de li dijî DAIŞ'ê bi ser ketine. Eger îro Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dikarin qala hêviyeke ji bo avakirina sîstemeke nû ya li Sûriyeyê bikin, yên ku ev afirandine Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ye."
‘Tirkiyê şantajê dike’
KCK'ê derbarê civîna Cenevre-3'ê de jî destnîşan kir ku armanca bingehîn a van civînên li Cenevreyê, li ser bingeha dervehiştina DAIŞ û El Nûsra afirandina Sûriyeyeke nû ye û wiha got: "Lê çi ecêb e; hêza herî mezin a destekê dide DAIŞ û El Nûsra Tirkiye radibe dibêje 'Ez ê di van hevdîtinan de cih bigirim'. Û zextê dike ku têkoşerên herî mezin ên li hemberî DAIŞ û El Nûsra, berxwedêrên Kobanê, şoreşgerên Rojava û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a ev hêz di nav de cih digirin, li derveyî hevdîtinên Cenevreyê bên hiştin. Paradokseke ku di dîrokê û têkiliyên dîplomatîk de qet nehatiye dîtin, weke şantaj û gefê li ser mirovahiyê ferz dike."
Her wiha KCK'ê da xuyakirin ku heger hezêke hebe ku tevlî civîna Cenevre-3'ê nebe ew jî hikûmeta AKP'ê ye û wiha destnîşan kir: " Ji ber ku bi xwedîkirina DAIŞ û El Nûsra re ev çete kirine belayê serê mirovahiyê. Hikûmeta AKP'ê li şûna ku ji ber van polîtîkayên xwe hesab bide mirovahiyê, dixwaze şoreşgerên Rojava li derveyî damezrandina Sûriyeya nû werin hiştin û bi vî rengî dixwaze pêşî li aşkerebûna sûcên xwe yên bi destê DAIŞ'ê li dijî mirovahiyê kiriye, bigire.”
‘Şoreşa Kobanê wê Kurdistana azad biafirîne’
KCK'ê daxuyaniya xwe bi gotinîn li ser munasebeta salvegera Berxwedana Kobanê ya dîrokî wiha bi dawî kir: “Eger wê Sûriyeyeke demokratîk a nû were avakirin, ew jî wê bi Berxwedana Kobanê û nirxên mirovahiyê yên demokratîk ên li dora vê berxwedanê li hev civiyane, pêk were.
Li ser bingeha berxwedana herî mezin a sedsalê, em Berxwedana Kobanê ya pêşeroja demokratîk û azad a Sûriyeyê rizgar kir û afirand careke din bi rêzdarî silav dikin û destnîşan dikin ku ruhê Şoreşa Kobanê wê Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirîne."
ANF/BEHDÎNAN