
Xwedî li Şengalê derkevin
Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) Alî Atalan dagirkirina Şengalê weke komkujiyekê bi nav kir û got, "Vekişîna pêşmergeyên PDK'ê me xistine nava şoqê. Em bang li tevahiya Kurdan dikin ku xwedî li Şengalê derkevin." Atalan bibîr xist ku beriya çend rojan diyar bû wê çete êrîş bikin û got, "Piştî ku DAIŞ'ê hin herêmên Sûriye û Iraqê û çekên giran xist bin kontrola xwe, diyar bû ku ev yek ji bo tevahiya Kurdistanê gefeke. Êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî herêma Şengalê ji bo me ne surprîz bû, lê belê vekişîna hêzên pêşmergeyan ji Şengalê me şoqe kir. Ev vekişîna hêzên pêşmergeyan bi ti awayî nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin. Her wiha em matmayî mane ku çima rêveberiya Başûrê Kurdistanê daxawza YPG û HPG'ê ya ji bo parastina Şengalê, bersiv nedîtiye." Alî Atalan diyar kir ku ev êrîşa li hemberî Şengalê dewama komkujiyên dîrokî yên li dijî Êzidiyan e û got, "Ji aliyê Êzidiyan ve ev yek îlana fermana 73'an e. Xefleteke ku li hemberî vê yekê ti tedbîr nehatine girtin. Nehiştin ku Êzidî xwe bi xwe jî biparêz e. Bi gotineke zelal, li vê derê yekîneyên parastina gel dikarîbû bihata avakirin. Lê mixabin destûra vê nehat dayîn. Em dixwazin bi rihekî neteweyî xwedî li Şengalê bê derketin."
´Xetereya komkujiyê heye´
Hevseroka Federasyona Êzidiyan a berê Feleknas Uca piştî peşmergeyên PDK'ê Şengal terikandin, êrîşên DAIŞ'ê venegere komkujiyê bang li hemû kesan kir û wiha got: "Divê hemû kes xwedî li Şengalê derkevin." Uca diyarkir ku peşmergeyên PDK'ê gelê herêmê ji êrîşên DAIŞ'ê re rû bi rû hiştiye û gel bêparastin hiştiye. Uca diyar kir ku gundê Sibaşexîdir, herêma ku di 14'ê Tebaxa 2007'an de 700 kesî zêdetir êzidî hatibûn qatilkirin û wekî "73'emîn komkujiya êzidiyan" tê binavkirin e. Uca bibîrxist ku demên borî PDK'ê ji bo YPG û HPG Şengalê biparêze destûr nedaye û wiha axivî: "Li gorî agahiyên ku me bidst xistine bi hezaran kesan dest bi koçberiyê kirine. Li ser riya çûnê ya li Dihokê gundên ereban hene. Ev jî bi tena serê xwe xetere ye. Di destên DAIŞ'ê de çekên kîmyewî jî hene. Bikaranîna van çekan dê bê wateya komkujiyeke din a li dijî êzidiyan."
´Helwesta netewî divê´
Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Leyla Ferman jî ku li Ewropayê xebatên xwe didomîne, diyar kir ku êrîşên li hemberî êzidiyan perçeyekî planên li hemberî gelê kurd e û bang kir ku hemû kes ji bo parastina Şengalê seferber bibe. Ferman di berdewamê de wiha axivî: "Eger, hêzek li wê derê Şengalê neparêze, rewş ne başe. Hemû hêzên parastinê yên kurdan divê ji bo parastina Şengalê dest bi hewldanan bikin. Lazime tu kes destûr nede çete ber bi wê derê ve bimeşin. Pêwîste tu hêzên navnetewî jî piştgirî nede van çeteyan. Divê em bi hevre Şengalê biparêzin.
'Êzîdiyan radestî DAIŞ'ê kirin'
Endamê Komîsyona Baweriyê ya KCD'ê Huseyîn Bariş, diyar kir ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê kurdên êzidî bi neçarî gundên Girzerik, Sibaşexidir, Tilbenat,Tilkasab û Koço terikandine û berê xwe dane çiyayên Şengalê. Bariş, got ku ne raste ku pêşmergeyan dev ji parastina gelê êzidî berdaye û wiha axivî: "Ev tê wateya ku pêşmergeyan gelê kurd radestî DAIŞ'ê kiriye. Em vê qebûl nakin. Ger yekitiya kurd tê xwestin, lazime hêzên parastinê ya gelê kurd, parastina cewherî bikin." Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal, jî beşvekişandina peşmergeyên KDP'ê yen Şengal terikandine rexne kir û wiha got: "Êrişên DAIŞ'ê meselekî bi şaîbene. Hêzên navnetewi piştgiriyê didin DAIŞ'ê. Lazime pêşmerge Şengalê biparêze."
NAVENDA NÛÇEYAN
YPG Şengalê diparêze
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ketin Şengalê û dest bi hilweşandina cihên pîroz kirin, li ser banga Êzidiyên li herêmê, hêzên YPG’ê ber bi Şengalê ve derketin rê. Hêzên destpêkê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li ser banga gelê Şengalê ji Rojava bi hawara wan de çû, gihaştin herêmê. Şervanên YPG'ê yên li herêma Sinunê ya li bakurê Şengalê ji bo pêşîgirtina li DAIŞ'ê ketin çeperan û li dijî çeteyan dest bi şer kirin. Hat ragihandin ku şervanên YPG'ê li vê qadê pêşî li çeteyan girtine û şer destpêkiriye. Li herêma ku hemû hêzên pêşmergeyan li gel çekên xwe yên giran û cebilxaneyê jî şer nekirin û xwe vekişandin, YPG ji bo gelê herêmê rastî komkujiyê neyê, li ber xwe dide.
TIL KOÇER
DAIŞ´ê Şengal dagir kir
Herî dawî tirs û xofa ku gelê Kurd li bendê bû pêk hat û çeteyên DAIŞ´ê êrişî herêma Şendalê ya Kurdên Êzîdî jî kirin. Piştî ku pêşmergeyên PDK´ê parastina Şengalê nekirin çete ketin Şengalê û gundên wê û herêmê dagirkirin. Bi hezaran kesên sivîl xwe sipartin çiyayên asê û ji herêmê direvin.
Herêma Şengalê ya Kurdên Êzîdî ku ev demek e, xetereya êrişa çeteyên DAIŞ´ê li ser hebû, herî dawî piştî ku pêşmergeyên PDK´ê ji herêmê vekişiyan, ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê ve hat dagirkirin. Şerê destpêkê li Şengalê pêr bi şev saet didoyê şevê destpêkir û sisê yê şevê gel ji navçeyê vekişiya û ket ser riya Duhokê. Xelkê deverê yê xwedî sîleh xwe li çiyayan digire û vekişîna milet bi awayekî ewle misoger dikin. Gundên Şengalê di destê DAIŞê de ne. Hêzên PDK´ê bê şer vekişiyan û hem gund û hem jî navçeya Şengalê bi cih hiştin. Li gorî agaihiyên ji deverên ku penaber lê bi cih in, rewşa kal û pîran ku li paş dimînin ne baş e û dibe ku bi komkujiyan re rûbirû bimînin. Dîsa wargeha Misrikê ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê lê bi cih bûne jî bi tehlûkeyeke mezin re rûbirû ye, lewma çeteyên DAIŞê heta bi hemberê wargehê jî hatine. Wekî din li gundê cîranê wargeha Mexmûrê Qereceyê ku 10 km li bakurê Mexmûrê ye jî tevî hebûna pêşmergeyan jî bi karwanekî wesaîtan ê mezin hêza xwe nîşandan û xelk tirsandin. Bi vê yekê jî tehlûke li ser wargeha penaberan a Mexmûrê jî gelek e. Lewma heke hêzên pêşmerge yên PDKê ji bakurê xeta 40 vekşin wê ji Mexmûrê jî vekişin. Herçî gund û navçeyên li ser sînorê bi Rojavayê Kurdistanê ne bi alîkariya YPGê devera Rebîa tê paraztin. Lê Zumar ji DAÎŞ´ê re hat berdan û ev dever stratejîk e lewma sêgoşeyek e di navbera riyên ji Teleferê, Mûsilê tên û digihin hev.
Tirbe hilweşandin
Çeteyên DAIŞ’ê, piştî vekişîna pêşmergeyên PDK’ê ku ketin nava Şengalê, dest bi hilweşandina qadên pîroz ên Kurdên Êzidî kirin. Çeteyan Tirba Seyîdê Zêneb bi bombeyan hilweşandin.Li Şengalê, ku pêşmergeyên PDK’ê xwe jê vekişand û radestî DAIŞ’ê kirin, çeteyan li dijî qadên pîroz ên Kurdên Êzidî dest bi êrîşê kirin. Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ’ê yên bajarok dagir kirine, êrîşî Tirba Seyîdê Zêneb kirine. Çeteyan bi bombeyan tirbe hilweşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN