
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku ew weke KCK’ê avakirina sîstema “Heyeta Bilind a Kurdan” a ji bo rojavayê Kurdistanê rast dibînin û nerazîbûn nîşanî hewldanên çapemeniya Tirk ên li hemberî têkoşîna gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê da.
Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam dike; “Li herêma me pêşveçûnên girîng diqewimin. Di vê çarçoveyê de rewşa Sûriyeyê her ku diçe aloztir dibe û ev yek ciddiyeta vê rewşê radixe ber çavan. Di vê pêvajoya krîtîk a ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ber bi şereke herêmî ve diçe de, vîn û têkoşîna gelên civaka Sûriyeyê pêk tînin, nîşan bidin xwedî roleke diyarker in. Gelê Kurd ku di têkoşîna demokratîk a li Sûriyeyê de xwedî cihek girîng e, bi her awayî li dijî tundiyê ye, bi hêza xwe têkoşîneke siyasî pêş xistiye û destkeftiyên girîng bi dest xistiye.”
'Kurdan ji dîrokê ders derxist'
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate detnîşankirin ku gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê ji bo ku polîtîkatiya mêtînger a Sûriyeyê û înkarê ji holê rabike, ji bo ku mafên netewî yên xwezayî yên gelê kurd bên nasînn, ji bo ku hemû gelên Sûriyeyê ligel hev bi awayekî azad û demokratîk , wekhev bijîn ev bi salan e têkoşînê dimeşînin û bedelên gelek mezin dane. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ev têkoşîn bi taybetî di serê sala 2011’an de şert û mercên xwe bi hêztir kiriye. Em dibînin ku siyaseta Kurdan a li vê parçeyê ji dîrokî ders derxistiye. Ev pêşveçûn bi awayekî herî rast nirxandiye û hem di pirsgirêka Kurd de û hem jî ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê projeya xwe ya çareseriyê derxistiye holê. Polîtîkayên xwe diyar kirine û di vê alî de pêngavên rast û di cih de avêtiye. Di vê astê de rêxistinên Kurd di navbera xwe de yekitî avakirine û li ser navê Kurdên Sûriyeyê di însîtîfa heyeteke bilind de bûne hevpar. Ev pêngaveke gelek girînge û biyareke hêja ye. Ji vir şûnde geşedan û bûyerên biqewimin, dikare di bin însiyatîfa heyeta bilind ya ku kurdan temsîl dike de bimeşe û pêvajo bên birêvebirin.
'Sîstema Konseya Kurd di cîh de ye'
KCK’ê da zanîn ku ew wekî tevger vê pergalê rast dibînin û wiha pê de çû: “Em wekî tevger ji bo ku ev pergal bikeve meriyetê, piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê xwê yên vê parçeyê. Em bang li hemû gelê xwe yên Kurd li rojavayê Kurdistanê dikin ku bila li dora yekitiyê bibin yek û xelek. Dîsa em bang li hemû aliyên demokratîk yên Sûriyeyê dikin ku bila li hemberî îradeya netewî ya gelê Kurd rêzdar bin.”
Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê
KCK’ê got; “Di bernameya hemû partiyên Kurdan li Sûriyeyê de ne bi temamî yekgirtin û ne jî bi temamî cûdabûna bi parçeyên din re heye. Gelê Kurd li vê derê, di çarçoveya yekitiya demokratîk a Sûriyeyê de daxwaza mafên xwe yên xwazayî dike. Gelê Kurd di her şert û mercan de jiyanek wekhev û azad a bi gelên Ereb, Durzî, Asurî, Ermenî, Elewî û baweriyên din re parastiye. Nunerên siyasî yên Kurd di her wesîleyê de armanca xwe ya ji bo gihiştina biratîya gelan û Sûriyeyeke demokratî tînin ziman û balê dikişînin ev nêzîkatiyeke strastejîk e.”
Helwesta çapameniya Tirk..
KCK’ê nerazîbûn nîşanî helwesta dijminane ya çapemeniya Tirk î da û got; “Li hemberî van hemû rastiyan, bi taybet çapemeniya Tirk û hin aliyên siyasî têkoşîna bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê berevajî dikin û weke hedef nîşan didin. Ev yek jî encamek a dijminatiya li hemberî gelê Kurd e. Bi armanca afirandina fikar û şîlokirina vîna gelê me li Sûriyeyê bi awayeke zanebûn hin îdîa tînin rojevê. Tu kadroyên siyasî û leşkerî yên tevgera me li Sûriyeyê tune ne. Kesên ditirsin ku gelê Kurd destkeftiyan bi dest bixin û yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin, xwedî feraseta hegemonyayî ya alîgirê parçebûna Sûriyeyê, pevçûnên di navbera mezheban de û şerê navxweyî ne.”
'Divê îradeya Kurdan nas bikin'
Li Sûriyeyê her kes pêngav bi pêngav bajar bi bjar dest dideyne ser rêveberiya. Gelê kurd jî li hin deveran bi îradeya xwe hewldana wan ya ku rêveberiyên xwe ava bikin heye. Lê ev hewldana gelê Kurd hinekan dixe nava xofê. Ev alî ji azadiyan gelan ditirsin. Ger ku civaka Sûriyeyê azad bibe, bê kurd jî dê azad bibin. Ji vê xwezayîtir tiştek tune. Li dijî vê divê li hemberî îradeya gelê kurd rêzdar bin Em wekî tevger li pişt yekitiya gelê xwe yên vê parçeyê ne. Em piştgiriyê didin têkoşîn û berxwedana gelê xwe yên Sûriyeyê. Di serî hemû parçeyên Kurdistanê û aliyê demokratîk divê ji bo aştî, azadî û wekheviyê di nava piştevayê de bin. Em vê yekê berpirsyariyek dîrokî dibînin.
ANF/BEHDÎNAN
'Em perwerde dikin'
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştrast kir ku Herêma Kurdistanê ciwanên Kurd ku piraniya wan ji artêşa Sûriyeyê firar kirine, perwerde dike û got ku evane heta niha bo rojavayê Kurdistanê nehatine şandin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji televîzyona El Cezîreyê re axivî û diyar kir ku Herêma Kurdistanê perwerdehiya leşkerî dide ciwanên ji rojavayê Kurdistanê.
Barzanî got; “Hejmarek ji ciwanên Kurd ên reviyan hatin perwerdekirin. Em naxwazin yekser mudaxeleyê vê rewşê bikin. Lê hatin perwerdekirin. Barzanî got ku ev hêz heta niha ji bo Sûriyeyê nehatine şandin, lê ew dixwazin ku ji bo valatiya ewlehiyê ya piştî vekişîan hêzên artêşa Sûriyeyê dabigirin amade dikin.
Barzanî destnîşan kir ku ev hêzên ku ji ciwanên Kurd ên ku piraniya wan ji artêşa Sûriyeyê firar kirine pêk tê amade ne, lê belê sînor derbas nekirine. Barzanî got ku ev hêz dê di çarçoveya fermanên Konseya Bilind a Kurdan de tevbigerin.
Barzanî got; “Me neşandine Sûriyeyê. Ew hîna li vir in. Ger Komîteya Bilind (Konseya Bilind) bixwaze, dikarin biçin. Ger nexwazin dê li benda zelalbûna rewşê bimînin, ji ber ku ev mirov ji wê derê ne û dê dîsa vegerin.”
Du hefte berê, di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, her du meclîsên rojavayê Kurdistanê Meclîsa Gel a rojavayê Kurdistanê û Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê li Hewlêrê li hev civiyabûn û biryar dabûn ku Konseya Bilind a hevpar a Kurdan bê avakirin. Ev peyman di nava raga giştî de weke Peymana Hewlêrê tê binavkirin, peyman ji 7 madeyan pêk tê, di nava vana de avakirina komîteyên hêzên parastinê jî hene. Barzanî der barê peyamanê de got; “Piştgiriya ku herî baş a ku diviyabû me bidadaya, ew bû ku hêzên Kurd bi hev re tevbigerin, em di vê yekê de bi ser ketin."
Barzanî got ku li herêma Hesekê hêzên Sûriyeyê xwe ji herêmê vekişandine . El Cezîreyê ragihand ku desthilatiya van bajaran ketiye destê şervanên Kurdan.
ANF/HEWLÊR