KCK: Em ê erka xwe pêk bînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê der barê rewşa li Zînî Wertê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew qîmetpayeyeke mezin didin bangên şexsiyet û saziyên demokratîk û di vê çarçoveyê de wê hestyar bin, erk û wezîfeya para wan dikeve bi cih bînin.
KCK di daxuyaniya xwe de bi bîr dixe ku PDKê li qadeke nêzî Qendîlê hêz bi cih kiriye û li ser vê civata giştî ya gelê Kurd nerazîbûna xwe diyar kiriye ku ev jî hesret û hestyariya gelê Kurd a ji bo yekîtiyê ye. Ev hestyariya hunermend û siyasetvanan girîng hatiye dîtin.
Di daxuyaniyê de hunermend û rûsipî weke wijdanê civakê têne destnîşankirin û tê gotin, ev hestyariya wan em ê jî li ber çav bigirin.
“Di vê çarçoveyê de bangên KNKê yên ji bo PDK, YNK û PKKê bi qîmet in. Me çawa ev bang bihîst me bersiv dayê. Em careke din dibêjin, di serî de PDK û YNK em bi ti awayî naxwazin bi hêzeke Kurd re bikevin nava rewşeke tengezar. Di vî warî de daxwazên gelê Kurd daxwazên me ne jî.”
Di dawiya daxuyaniyê de weha tê gotin:
“Em weke Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd her tim bangên ji bo xwe weke bendewariyekê dibînin û li gorî wê bi nazenînî nêzîk dibin. Em ê di çarçoveya van bang û bendewariyan de bi berpirsiyarî rabin û erka dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Li ser vî esasî, Em qîmeteke mezin didin bangên KNK, şexsiyet, sazî û dezgehên çar parçeyên Kurdistanê, nexasim bang û bendewariyên jinên Kurd, û ji bo vê jî em malavahiya wan dikin.
Em bawer dikin ku wê ev hestyariya raya giştî ya Kurd bike ku pirsgirêkên di nava hêzên siyasî yên Kurd de çareser bibin û ji bo yekîtiya neteweyî wê gaveke girîng a were avêtin.”
ANF/BEHDÎNAN