Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo greva birçîbûnê ya ku ji aliyê 15 çalakgeran ve ji 1’ê Adarê ve li Strasbourgê hatiye destpêkirin daxuyanî da û got; “Em di wê baweriyê de ne ku ji bo her kesê xwedî wijdan û exlaq, dîsa ji bo hemû kesên rêzê nîşanî nirxên demokratîk û mirovahiyê didin, gihiştiye armanca xwe.” KCK’ê got; “Em bawer dikin ku wê çalakger daxwaza Rêbertiyê ya “Bila di berxwedanê de mirin çênebin” careke din li ber çavan bigirin û binirxînin.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê sedan girtiyan û li Strasbourgê ji aliyê 15 kesên endamê ´Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan´ ve hatiye destpêkirin daxuyaniyek da.
KCK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku heta tecrîd dewam bike aşitî pêk naye. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Heta Rêber Apo di bin zilmê de be aşitî nayê vê warî. Ev yek eşkere ye û nikare bê gotûbêjkirin jî. Yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, baş dizanin ku tenduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo ji bo tevger û gelê me “nebe nabe” ye. Bedela vê çi be, kî bide jî ev yek wisa ye."
CPT û KE piştgirî didin Tirkiyeyê
KCK´ê her weha ji bo rakirina tecrîdê bal kişand ser rolê CPT û Konseya Ewrûpayê û xwest bi berpirsyarî tevbigerin. Di daxuyaniyê de li ser vê mijarê weha hat gotin: "Ev yek aşkere ye ku dewlet vê hêza xwe ji Konseya Ewrûpa û CPT’ya ku ev yek ne li gorî hiqûq û normên wan in, werdigire. Ji ber vê yekê eşkere ye ku Konseya Ewrûpa û CPT bi vê helwesta xwe piştgirî didin dijminahiya gelê Kurd û polîtîkayên şer ên dewleta AKP’ê.
Çalakî encam girt
KCK´ê di daxuyaniyê diyar kir ku çalakiya li girtîgehan û Strasborgê çalakiyên bi rûmet û hêja ne û çalakî gihaştine armanca xwe û weha dewam kir: "Me weke tevger dabû diyarkirin ku înîsiyatîf û biryara ji bo dewamkirin, an jî bi dawîanîna çalakiyên greva birçîbûnê di destê çalakgeran bi xwe de ye. Rêber Apo dixwest di berxwedanê de şehadet çênebin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo her kesê xwedî wijdan û exlaq, dîsa ji bo hemû kesên rêzê nîşanî nirxên demokratîk û mirovahiyê didin, gihiştiye armanca xwe. Em bawer dikin ku çalakgerên şoreşger û welatparêzên li Strasbourgê wê daxwaza Rêbertiyê ya “Bila di berxwedanê de mirin çênebin” careke din li ber çavan bigirin û binirxînin."
Ji bo zindanan banga bidawîkirinê
KCK´ê di daxuyaniyê de banga Rêberê Gelê Kurd ya berê ji bo çalakiyan kiribûn û gotibû “Bila mirin çênebin” bibîrxist û daxwaz kir ku li zindanan jî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Li ser vê mijarê weha hat gotin: "Eger der barê rewşa Rêbertiya me de tu pêşketinên erênî çênebin, wê tevî greva birçîbûnê, çalakiyên nû yên berfireh ji nû ve bêne destpêkirin. Ev çalakiya ku weke hişyariyekê li hemberî zilma AKP’ê ya li ser rêbertî û gelê me, pir bi wate bû."
Banga berxwedanê
KCK´ê diyarkir ku li hemberî polîtîkayên şerxwaz yên AKP´ê wê bi ser kevin û li her derî banga berxwedanê kir. Daxuyaniya KCK´ê weha dewam kir: "Israra dewleta AKP’ê ya di polîtîkayên şer de nîşan dide ku dê di pêvajoya pêşiya me de têkoşîneke berfireh û dijwartir pêk bê. Em ê jî weke tevger bi giyanê seferberiya topyekun, li ber berpirsyatiyên xwe yên pêvajoyê rabin, em ê li gel azadiya Rêbertiya xwe, azadiya gelê xwe jî pêk bînin, em ê teqez statuya xweseriya demokratîk a ku gelê me heq kiriye qezenç bikin. Pêvajo bi hemû dijwariya xwe ve berdewam dike, em bang li gelê xwe dikin ku gelê me li her derê û di her firsendê de berxwedana xwe xurt bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Li girtîgehan bi dawî bû
Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê yên PKK û PAJK'î ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin ji 15'yê Sibatê heta niha di greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku wan dawî bi çalakiya xwe anîne.
Denîz Kaya li ser navê girtiyên li girtigehên Tirkiyeyê yên PKK û PAJK'î daxuyanî da û diyar kir ku wan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku ji 15'yê Sibatê ve dabûn destpêkirin doh bi dawî kirine. Kaya got; "Hem ji ber hestyariya di nav raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê, hem ji bo gotina Rêberiya me ya weke; "bila mirin pêk neyên" û hem jî li ser banga tevgera me, me niha çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirine. Kaya anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî û yekîtî pêk were ketiye nava hewldaneke bê hempa.
'Em rastî eleqeyeke mezin hatin'
Kaya der barê çalakiyên greva birçîbûnê de weha got: "Ji bo ku em êrîşên li dijî Rêberê xwe yên li dijî mirovahiyê û operasyonên tunekirinê şermezar bikin ji 15'yê Sibatê û pê de weke girtiyên PKK û PAJK'î ketin greva birçîbûnê. Em ji aliyê gelê xwe, raya giştî ya Tirkiye û Kurdistanê ve rastî eleqeyeke mezin hatin. Lewma em sipasiyên xwe pêşkêşî hemû derdorên ku di vê mijarê de piştgirî dane me dikin."
Kaya, anî ziman ku ew gihiştine armanca xwe û ji ber vê yekê dawî li gireva birçîbûnê anîne û weha got: "Li Kurdistan û Tirkiyeyê û Ewropayê hestiyarek çê bûye. Hem li ser hesasiyata mirin çênebin û hem jî li ser banga rêxistinê em niha dawî li çalakiya gireva birçîbûnê tînin. Em ê ji bo hêviyên azadiya gelê xwe çi pêwist bê bikin. Eger ku di rêya azadiyê de mirin tê bila bi xêr bê. Em weke girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên di zindanên Tirkiyeyê de ji niha û şûnde dawî li çalakiya xwe tînin. Em ê dîsa li têkoşîna tevgera xwe û azadiya Rêberê xwe xwedî derkevin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
Banga yekîtî û têkoşînê
Kaya, hikûmet jî hişyar kir û xwest dawî li îşkence, zulim, binpêkirina mafan û înkarê bîne. Kaya, bang li girtiyan û gel jî kir û wan dawî li çalakiyê anîye û wê ji bo parastina mafê xwe yê ziman, çand, nasname, statu, azadiya Ocalan têkoşîna xwe berdewam bikin. Kaya, ji her kesî xwest ku yekîtiya xwe û piştgiriya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.
DÎHA /AMED