Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê îşaret bi propagandaya şerê taybet a dewleta Tirk kir û got, faşîzma AKP-MHP’ê bi vî rengî dixwaze emrê xwe dirêj bike lê emrê wan hindik maye. Her wiha KCK’ê got; “Em bang li gelê Kurd û dostên wan dikin ku li hemberî tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand li ser şerê AKP’ê yê li dijî gelê Kurd. KCK’ê pêvajoya şerê 24’ê Tîrmeha 2015’an heta roja îro nirxand û got, AKP-MHP di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de hildiweşe.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir:”Desthîlatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve şer dijwar kiriye. Beşek girîng ê vî şerî jî weke şerê pîskolojîk bi rê ve dibe. Krîzên di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de hê bêhtir desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê sewqî şerê psîkolojîk dike. Ji 15’ê Tebaxa 1984’an destpêkirina şerê gerîla re kîjan partî hatiye li ser hikûm gotine, em ê gerîla û PKK’ê biqedînin û propagandaya qedandinê kirine. Tûrgût Ozal gotibû 34 eşkiyan e, serokwezîrê şerê qirêj Tansû Çîller ê salên 1990’î her roj digot wê biqede, wê biqede. Piştî komploya li dijî Rêber Apo hemû rayedarên dewletê bi yek gotinê îlankirina ku PKK qediya. Tayyîp Erdogan ê ku hilbijartinên 2002’ê qezençkirî piştre got, hûn nefikirin pirsgirêka Kurd nîne, lê Tevgera Azadiya Kurd her sal di aliyê îdeolojî, leşkerî û siyasî der bê bêhtir mezin bû. Îro di pêvajoya Şerê 3’emîn ê Cîhanê de hêzeke ku hemû dengeyên siyasî bandor dike ye.”

Bi şerê psîkolojîk xwe hêzdar nîşan didin

Di vî şerî de yê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, aliyê herî girîng şerê psîkolojîk e. Erdogan her roj dibêje ku, me evqasî li wan da û hejmaran dide. Erdogan her roj van nûçeyên derew dide û hewl dide moralê gelê Kurd xerab bike. Erdogan hewl dide bi vî şerê psîkolojîk re, krîza siyasî, civakî û ekonomîk ji ber çavan veşêre.”

 

ANF/BEHDÎNAN