
KCK di daxuyaniyê de li dijî helwesta hêzên ewlekariyê yên li hemberî Hevserokên PÇDK’ê Diyar Xerîb, Necîbe Omer, siyasedmedar, rojnamevan, jin û nênerên rêxistinên civaka sivîl, bi zimanekî tund nerazîbûn nîşan da.
Êrîş li dijî wîcdan û demokrasiyê ye
Komîteya Siyasî ya KCK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê çalakgerên greva birçîbûnê dorpêç kirine û piştî ku binçavkirine, bi darê zorê birine derveyî Hewlêrê. Komîteya Siyasî mudaxaleya li hemberî çalakgeran bi zimanekî tund şermezar kir û wiha got: “Diyar Xerîb û Necîbe Omer, siyasetmedarên ku gelek tên nasîn in. Em vê mudaxaleya li hemberî wan, rewşenbîr, hunermend û nûnerên rêxistinan, zihniyeta li pişt vê mudaxaleyê bi zimenekî tund şermezar dikin. Mudaxale ji demokrasiyê û wijdanê dûr e. Ji bo kurdan jî bûye sedema xerabûna moralê. Ev hewldan ji yekitiyan kurdan re tu xizmetê nake û bi kêrî yekîtiyê naye."
Êrîş zirare didin yekîtiyê
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di demeke ku di nav kurdan de hêvî û gavên yekîtiya netewî pêş dikevin, êrîş û helwestên dûrî hestyariyê yên bi vî rengî zirare didin yekîtiya kurdan. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Li dijî çalakiya greva birçîbûnê ku heta dawî çalakiyeke demokratîk rewa, însanî, wîcdanî û aştiyane ye pêk hatine êrîşeke bi rengî bi çi dikare were îzahkirin? Divê ji rayagiştî re were eşkerekirin ku ev biryara ku bûye sedema van bûyer û êrîşan ji aliyên hêzên herêmê ve hatiye girtin, an fermaneke navendî ye? Em li bende bûn ku hikûmeta herêmî yekser bikeve dewrê û eger di encama însiyatîfa herêmî de pêk hatibe, ji berpirsyaran vê hesab were pirsîn û ji rayagiştî re derbarê ve de daxuyanî were dayîn. Hikûmeta nû bi vê pêkanîne hîn di destpêkê de gaveke neyenî avêtiye. Lê divê were zanîn ku hikûmetek tenê bi piştgiriya gelê xwe û helwesta xwe ya bi îrade dikare hêza xwe mezin bike."
Banga hişyariyê
Komîteya Siyasî ya KCK di dawiya daxuyaniyê de di serî de siyasetmedar û rewşenbîr bang li hemû hêzên demokratîk kir ku li hemberî helwest û êrîşên ku zirare didin yêkîtiya netewî û azadiya gel bêdeng nemînin, hişyar bin û helwestê nîşan bibin.
BEHDÎNAN