Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, tayînkirina qeyûm li şaredariyan, zexta li vîna gel e û wiha dewam kir: “Tayînkirina qeyûman, ferzkirina ‘ev dewlet çi ji bo we rast bibîne, hûn mecbûr in wê qebûl bikin’ e. Bi êrîşan hewl didin sîstema qirkirinê û mêhtingeriyê bi zorê bi gelê Kurd bidin qebûlkirin. Êrişa qirkirin û mêhtingeriyê ya li dijî gelê Kurd, bi tayînkirina qeyûman, li şaredariyan gihîştiye qonaxeke nû.”
Hîmê vê êrişê ji derewan e
KCK bi bîr dixe ku êrişên li dijî şaredariyan nû nînin, gelek şaredar berê jî hatine girtin ji kar hatine dûrxistin û wiha dewam kir: “Lê belê ji ber ku ti encam ji van êrişan derneket, vê carê bi sedemên bêbingeh qeyûm hatin tayînkirin. Sedema wan a bingehîn jî derewa ‘Ev şaredarî pereyan didin PKK’ê ye. Me beriya niha jî gotibû; qurişeke van şaredariyan jî negihaştiye vê rêxistinê. Ji bo piştrastkirina vê derewa xwe, nikarin delîleke biçûk jî nîşan bidin.”
Hevseroktaiya onseya Rêveber a KCK´ê dibêje, meseleya diziya pereyan, ji ber wê yekê ye ku ew her kesî weke xwe dizanin û pratîka diziya şaredariyên AKP´yî bi bîr xist.
Helwêsta me xurtkirina berxwedanê ye
KCK’ê destnîşan kir, ku gelê Kurd divê hêzên demokrasiyê, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê zanibin ku tayînkirina qeyûman ji ber siyaseta dij bi Kurd e û got, “Şaredariyên li Kurdistanê ji ber ku xwedî li daxwaza jiyana demokratîk û azad a Kurdan derketine û ji bo bicihhatina van daxwazan helwesteke demokratîk nîşan dane, hatine desteserkirin. Ev tayînkirina qeyûman, bicihanîna biryara 30’ê Cotmeha 2014’an a ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e, ku li qada şaredariyê bi cih tê anîn. Polîtîkaya nexebitandina şaredariyan û zexta li şaredariyan êdî gihîştiye qonaxeke nû.”
Hevseroktaiya onseya Rêveber a KCK´ê li dijî van êrişên qirkirinê wiha îşaret bi yekane helwêsta ji bo Kurdan muhtemel dike: “Ew jî xurtkirina berxwedanê ye. Ji bilî helwêsta berxwedêr û mezinkirina berxwedanê, her gotin û helwêst wê van êrişan zêdetir bike.”
‘Têkoşîna demokrasiyê xurt bikin’
KCK dibêje, AKP dixwaze bi hinceta hewldana darbeyê ya 15´ê Tîrmehê têkoşîna azadiya KUrd bêdeng bike, ji holê rake û wiha dawî li daxuyaniya xwe tîne: “Tayînkirina qeyûm li şaredariyan, encama vê polîtîkayê ye. Jixwe, bi rakirina mafê destnedanê ev êriş li HDP’ê jî hatiye kirin. Li dijî vê rewşê erka dikeve ser milê gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê, berxwedan û berxwedan e. Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku xwedî li vîna gel, li van Şaredariyan derkevin û li dijî desthilatdariya AKP’ê ya êrişkar, têkoşîna demokrasiyê xurt bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN