KCK’ê got, “Çawa ku li dijî komkujiya li Kobanê helwest hat nîşandan, divê xwedî li gelê Cizîrê jî bê derketin. Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bang li gelê me kiriye ku dest bi meşa mezin a azadiyê ya ber bi Cizîrê ve bike. Em vê bangê rast û mafdar dibînin û bang li gelê xwe dikin, ku di çarçoveya vê bangê de tevbigere.”
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi vî rengî ye: “Li hemberî vê rewşê, wezîfeyeke mezin dikeve ser milê tevahiya gelê Kurdistanê. Ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, gelê me yê li Ermenîstan û Rûsyayê, tevahiya Kurdistaniyên li her devera cîhanê, divê derhal li cihê lê ne rabin ser piyan. Eger li parçeyekî gelê me rastî zilm û komkujiyê were, gelê me yê li parçeyên din divê bi teqezî rabe ser piyan û nîşan bide ku ew li cem gelê me yê rastî zilm û zorê tê, ye.
Eger nayê xwestin bibin hevparê zilma li Kurdistanê divê hemû demokrat û şoreşgerên li Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn, hêzên demokratîk û şoreşger ên tevahiya cîhanê rabin ser piyan. Çawa ku li dijî komkujiya li Kobanê helwest hat nîşandan, divê xwedî li gelê Cizîrê jî bê derketin.
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bang li gelê me kiriye ku dest bi meşa mezin a azadiyê ya ber bi Cizîrê ve bike. Em vê bangê rast û mafdar dibînin û bang li gelê xwe dikin, ku di çarçoveya vê bangê de tevbigere.
Roj roja rabûna ser piyan, roja xwedîderketina li gelê Cizîrê û tevahiya gelê Bakurê Kurdistanê ye.”
ANF/BEHDÎNAN