Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê, têkildarî tecrîta tê meşandin,  ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dewleta Tirk hişiyar kir. KCK'ê di daxuyaniya xwe de ev hişyarî da: “Ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêber Apo ji bo me Kurdan û şervanên azadiyê xeta sor e. Eger ev çarmixkirinê bi dawî nebe, wê Tirkiye bibe Sûriyeya duyemîn.”

Konseyê di despêka daxuyaniya xwe de bal kişan ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û wiha got: "Bi salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd de, em hemû hêzên di nava komployê de cih girtine şermezar û lenet dikin. Di kesayetiya hemû hevalên bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de bi çalakiyên fedayî rabûn û şehîd ketin em bejna xwe li ber hemû şehîdên azadiyê ditewînin û soza xwe ya tolhildanê dubare dikin."


‘Şerê qirêj hatiye îlan kirin’

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bibîr xist, ku di ser komployê re 17 sal derbas bûne û got, "Hêzên komploker Îngilîstan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Îsraîl û hevkarên wan, di şexsê Rêber Apo de bi vê komployê re xwestin derba mirinê li gelê Kurd bidin ku careke din doza mafê xwe neke. Ev 17 salin di kesayetiya Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd şerekî qirêj hatiye îlan kirin.”


‘Tenduristiya Rêber Apo xistiye nava metirsiyê’

Konseyê ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komployê pûç bike ev 17 salin şerekî bêhempa meşand û got: "Rêber Apo bi sekna xwe ya bi rûmet û bi ramanê xwe re deriyekî jiyanê yê nû ji mirovahiyê re vekir. Îro jî faşîzma  AKP'ê bi heman armancê tecrîda li ser Rêber Apo ku ev 9 meh in giran kiriye û ewlehî û tenduristiya Rêber Apo xistiye nava metirsiyeke mezin.”


‘Asta şer wê bilindtir bibe'

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê diyar kir ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kiryarên AKP'ê re ketiye qonaxeke nû û got ev jî metirsyekî mezin e. KCK'ê di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişiyar kir û got: "Eger ev rewş berdewam bike, ev tê wateya ku ev şer wê di asteke bilindtir de bimeşe û aloziya heyî wê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe. Lewma di serî de em rayedarên AKP û dewleta Tirk hişyar dikin  û dibêjin 'ewlehî, tendurstî û azadiya  Rêber Apo ji bo gelê Kurd û şervanên azadiyê xeta sor e, eger ev çarmix neyê hilweşandin, wê Tirkiye bibe Sûriyeya duyemîn û berpirsyarê vê jî AKP û Erdogan e."


‘Bi çalakiyên xwe cîhanê bihejînin’

Konseyê bal kişan ser êrîşên li ku li dijî Cizîr, Sûr û Silopiyayê tê kirin û wiha berdewam kir: “Şerê îro faşîzma AKP li Cizîr, li Sûr û li Silopiya dimeşîne, deh qatê wê li Îmrali dimeşîne. Ev 9 meh in em agahî ji Rêber Apo nagirin.  Her wiha di aliyê ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo de gelek gumanên me hene. Lewma divê em qiyametê rakin û wan li van kiryarên wan poşman bikin. Di vê gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd li her derê bi çalakiyên xwe, bi helwestên xwe cîhanê bihejînin. Çawa di sala 1999'an de me cîhan hejand û em xwedî li Rêberê xwe derketin, divê em niha jî bi heman ruhî tekoşînê bilind bikin. 


‘Rola 3 memyûnan dilîzin’

Konseyê diyar kir ku li hemberî kiryarên AKP hemû cîhan û saziyên xwe dadwer dibînin rola 3 meymûnan dilîze û wiha got: “Ji bo berjewendiyên xwe yên erzan vîna gelekî binpê dikin û ji nedîtî ve tên. Divê hemû cîhan bizane ku pergala Îmraliyê parçeyek ji girtîgeha Gûantanamo ye. Ev pergal pejirandin û bêdeng mayîn sûcê li dijî mirovatiyê ye.”


‘Divê heyet bije Îmraliyê’

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê ragihan ku di destpêkê de Dageha Mafên Mirovan a Ewropa û CPT di ber vê rewşê de berpirsyar in û daxuyaniya xwe wiha bî dawî kir: “Lewma di destpêkê de em van saziyan û hemû saziyên mafên mirovan diparêzin dawetî berpirsyariyê dikin. Divê tavilê heyetê bişînin Îmraliyê û pêşî li van tawanên mirovahiyê bigirin. Her wiha di dawiyê de em dibêjin; Îro li Îmraliyê mirovatî tê çarmixkirin, pêwîste her kes xwedî li mirovatiyê derkevin."    



ANF/BEHDÎNAN