Rêveberên Yekgirtûya Îslamî li Ofîsa xwe ya li bajarokê Ranya ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê pêşwazî li şandeya KCK’ê kir. Şandeya KCK’ê ji Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn, Berdevkê Peywendiyên Derveş Serhed Warto, Berpirsên Peywendiyên Başûrê Kurdistanê yê KCK’ê Dr. Hisên Amed û Mervan Amed pêk dihat.
‘Divê kongreya neteweyî pêk bê’
Di hevdîtina ku du seatan berdewam kir, her du aliyan mijarên di rojevê de, rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn û rola Kurdan di hevsengiya di herêmê de nirxandin.
Herwiha şandeyên KCK û Yekgirtûya Îslamî di hevîtinê de bal kişandin ser yekîtiya netewî di nava Kurdan de û gotin divê di demek nêz de Kongreya Neteweyî were lidarxistin.
Aliyan diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê û şerê li wir diyalog yekane rêya çareseriyê ye.
Di demên pêş de wê KCK ji bo xebatên yekîtiya netewî û lidarxistina Kongreya Neteweyî bi aliyên din re jî hevdîtin bike.
ROJNEWS/SILÊMANÎ