Di peyamê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd bi fedekariyeke mezin hatiye vê rojê û wiha hat got: “ Gelê Kurd di sedsala 20’an de bi berxwedan û serhildanan derbas kiriye. Ev berxwedan bi kêmasiyên bi rewşa herî zehmet, li Başûr jî pêk hat. Berxwedana Şêx Mehmûdê Berzencî dest pê kir, bi gelek bedel û kêmasiyan heta îro hatiye. Rejîma Sedam îşkenceyên mezin pêk anîn. Tenê bi Enfalê de ji sed û heştê hezarî zêdetir kes mirin.Kurdistan wêran kirin. Gelê me dîl hat girtin. Rejîma Sedam komkujiyên hovane pêk anî. Li ber çavê cîhên li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd hate qetilkirin. Li Bakûr û parçeyên din yên Kurdistanê gelê me bi ruhê netewî xwedî li hev derketine. Têkoşîna bi Rêber Apo re dest pê kir,li her parçeyê bûye yek. Rêber Apo ne li yek parçeyê li hemû parçeyê ji bo azadiya gelê Kurd pêk were perspektîf û paradîgmaya xwe daye holê. Xet û felsefeyeke nû ya têkoşînê pêş xistiye. Gelê me jî bi têkoşîneke mezin hatiye vê rojê."
KCK’ê destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoyeke dîrokî pêk tê û Kurdên vir azadî û pêşeroja xwe diyar kirine û wiha pê de çû: “ Di vir de rola Ocalan gelek mezine. Ligel ku zextên Hêzên mêtînger yên Tirk û aliyê netewperest hebin jî ne mumkune ku gelê me paşve gavê bavêje. Şoreşa Rojava bandoreke mezin li hemû Kurdistanê kiriye û bi serkeftina şoreşê geşedanên girîng çêbûne."
Her wiha hate diyar kirin ku heta ku Bakûrê Kurdistanê azad nebe, gotina ku parçeyên din yên Kurdistanê bi ewlene, zehmete û hat gotin ku li Bakûr îro geşedanên gelek mezin yên dîrokî pêk tên. Mêtîngeriya Tirk li dijî tevger û gelê me xitimiye. Hevdîtinên wan yên bi Ocalan jî encama vê ye. Bi kîjan rê dibe bila bibe dê di sala 2013’an deli Bakûr hameleyeke azadiyê ya Rêber Apo pêk were. Em wek tevger û gel divê bi awayekî amadekirî, dê bi şîara ‘Rêberê Azad, Kurdisatana Azad’ bi ser bikevin.”
Her kesî têkoşîn da
KCK’ê di daxuyaniyê de got li her çar paçeyê Kurdistanê pêvajoyeke krîtîk heye û wiha pê de çû: “bila ev baş bê zanîn ku yek parçeyek tenê ji bin vê nekare rabe. Dem dema piştevanî û yekitiya netewî ye. Divê êdî em vê nîşan bidin. Divê li her parçeyê gelê me bibe yek û fedekariya pêwist bide. Ev peywira her welatiyê ye.
Hatiye diyarkirin ku PÇDK’ê ji roja ku hatiye avakirin heta niha faliyetên şoreşger pêk hatiye. PÇDK’ê bi giştî faliyeteke li pey heqîqet û welatparêziyê çûye ye. Di nava PÇDK’ê de cih girtin gelek watedare. Em diyar dikin ku PÇDK di mijara pêşxistina siyaseteke demokratîk û bi rêgez de dê rê li ber gelek geşedanên girîng veke. Geşedanên li herêmê û Iraqê pozîsyona gelê Kurd aniye astekê. Di van esasan de kêmasiyên ku Rêveberiya Herêma Kurdistan dijî heye. Her wiha ji ber nepêkanîna pergaleke demokratîk ya heq û edeletê jî pêk tê. Ji bo Kurdistanê her kesî têkoşîn da, şehîd da û belavkirina hatinê bê edelete. Xizan xizan man, zêdetir xizan bûn. Hinek jî bi lez û bez zengîn dibin. Ev jî nakokiya navbera çînan derdixe holê. Di van şert û mercan de divê li Başûrê Kurdistanê mîsyona PÇDK’ê bi rêbazên demokratîk-qanûnî belavtir be. Em destnîşan dikin ku, em ligel kadro, xebatkar û malbatên şehîdan yên PÇDK’ê ne. Em 10’emîn salvegera wan bi çoşeke mezin pîroz dikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Li Ranyayê şahî
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê PÇDK’ê 10’emîn salvegera partiya xwe pîroz kir. Bi amedebûna hevserok û endamên meclîsa PÇKD’ê amedebûna gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên başûrê Kurdistanê 10’emîn salvegera PÇDK hate pîroz kirin. Di resepsiyona pîrozbahîyê de peyama Yeketiya Partiyên Kurdan hate dayîn û hat diyar kirin ku pêwîste hemû partî û aliyên Kurd li ser bingehê yeketiya netewî bibin yek û bi vî awayî xebatên xwe pêşbixin.
Di resepsiyona pîrozkirina salvegera damezrandina PÇDK’ê de, salvegera Raperîna yekemîn ya gelê Ranya kû di 05'ê Adara 1991’an de li hemberî rejîma Baas'ê serhildan hatibû destpêkirin hate bîranîn û gelê Ranya ji ber vê qehremantiya xwe ya dîrokî pîroz kir.
DÎHA/RANYA