Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya dayî de Cejna Remezanê li alema Îslamê pîroz kir. KCK’ê bal kişand ku cejnên olî li ser esasê xurtkirina yekiti, biratî, aştî û parvekirinê tên pîrozkirin û got; “Cejna Remezana pîroz piştî 30 roj rojiyan bi pîrozî tê pêşwazîkirin. Em cejna Remezanê li hemû alema Îslmanê, hemû misilmanên Kurdistanê pîroz û mubarek dikin. Pêşî em cejan dayikên şehîdan û hemû dayikên Kurdistanê pîroz dikin û em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya biratî, xêr û aştiyê.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku konsepta şerê ku ji aliyê AKP’ê ve li Kurdistanê hatiye îlankirin, ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e, pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye û bal kişand ku wê ne tenê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê ji vê yekê zirarê bigirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Ji ber vê jî, ji bo rawestandina şer divê ne tenê siyaseta Kurd û Dayikên Aştiyê, divê hemû gelên Tirkiyeyê helwest pêş bixin û dijberiya xwe li hemberî şer nîşan bidin. Çalakî û hewleta gelê Kurd a aştiyane ya ku nîşan dayî, destjêberdana biryara şer a ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye dayîn li aliyekê, li aliyê din jî kesên van çalakiyên aştiyane li dar dixin bi tundiya faşîzan a dewletê re rû bi rû dimînin, birîndar dibin û têne şehîdkirin. Hikûmeta AKP’ê nabêje parlamenter, hevserok, jin, siyasetmedar, pîr û kal her kesê dike hedef û hewl dide vîna Kurdan tune bihesibîne û bi awayek namerdane êrîş dike û heqaretê li gelê Kurd dike.”

Daxuyaniya HPG'ê 
Di daxuyaniya nivîskî de qala daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ya ku der barê Cejna Remezanê de hatibû dayîn hate kirin û wiha hate gotin: “HPG di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dê Cejna Remezanê de çalakî li dar naxe. Ev nêzîkatî li hemberî banga Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, dezgehên sivîl û derdorên ronakbîran vê hate girtin û girîng e. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser erdnegariya Kurdistanê xwedî vîn e û her wiha bi biryar e. Ev tişt tê wateya ku artêş tu carî ser nakeve. Kesên ku dixwazin bi riya şîdete pirsgirêka Kurd çareser bikin dê têk biçe, ev tişteke li ber çavan e.”

'Divê Erdogan bersiv bide'

Serokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji bo çaseresiya pirsgirêka Kurd tenê rêyek heye. Heke serokwezîr Erdogan bersiv bide Ocalan dê pirsgirêk çaser bibe. Di rojên wisa pîroz de dixwazin dîsa gotinên xwe dubare bikin, Ji bo çareseriyê tenê rêyek heye. Ev rê jî divê serokwezîr Erdogan li hemberî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temînatek bide. Heke rê bê vekirin dê di nav hefteyek de pirsgirêk çareser bibe. Lê hikûmeta AKP’ê li hemberî hewldanên erênî biryara şer dide û bi rêya şantaj û zextan li ser Rêber Apo siyaseta tecrîdê didomîne. Ev israrkirina şer nezîkatiyeke bêehleqî ye. Lê li hemberî van hewldanan Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ên welatparêz bêdeng namîne û serê xwe natewîne. Her wiha em bangî hemû welatparêzan dikin ku bila li hemberî polîtîkayên kedxwariyê û nêzîkatiya AKP’ê berxwedana xwe ­­xurt bikin.”

Yildirim şehîdê aştiyê ye

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser çalakiyên Mertalên Zindî yên bi pêşengiya dayikên aştiyê tê meşandin û sersaxî ji bo malbata endamê Melisa Bajêr a Wanê ya BDP’ê Yildirim Ayhan re xwest û wiha got: “Dewleta Tirk a ku êrîşê van çalakgerên me yên bi rûmet ên ji bo aştiyê dimeşin, li navçeya Çelê gule li siyasetmedarê Kurd ê bi rûmet Yildirim Ayhan reşandine û şehîd kirine. Em ji malbata Ayhan ê ku di vê riya pîroz de şehîd bû û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Yildirim Ayhan şehîdê aştî û demokrasiyê ye, em careke din diyar dikin ku em ê bîranîna şehîdan bidin jiyandin û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re careke din nîşan didin. Dayîkên aşitiyê di meha Remezan û rojiyan de 9 roj in ji bo aştiyê bûne mertalên zindî û derketine serê çiyayan, çalakiyên cihêreng li dar dixin, heta niha yek ji rayedarên hikûmetê tu bersivek nedaye wan, lê di her gavekê de polîs û leşkeran danîne pêşiya wan, bi pêkanîn cûda yên zordar re rû bi rû dimînin. Her dawî çalakiya mertalên zindî di 27’ê tebaxê de bi awayeke girseyî li bakûrê Kurdistanê dest pê kirin û ber bi sînoran ve dest bi meşê kirine. Bi heman awayî li gelek bajarên başûrê Kurdistanê xwepêşadand û mîtîngan êrîşên dagirkeran hatine şermezarkirin û helwesta netewî ya gelê Kurd danîne holê.”

Peyam hate dayîn


Di daxuyaniyê de hate gotin ku peyama ku Mertalên Zindî yên di bin pêşengiya Dayikên Aştiyê de divibû bidin, bi awayeke serkeftî dane û hat diyarkirin ku divê ji niha û pêve çalakî bi awayeke din bêne berdewamkirin. KCK’ê wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Heta niha gelê Kurd û siyaseta Kurd bi çalakiyên xwe helwesta xwe ya aştiyane ya li hemberî şer nîşan daye, fedekariyek mezin kiriye û şehîd jî daye. Ev çalakiyên ku bi pêşengiya Dayikên Aştiyê tên meşandin peyama ku diviyabû bê dayîn, bi awayeke serkeftî hatiye dayîn. Ji ber wê ger li şûna çalakiyên xwe yên aşitî û azadiyê hilbikişînin ser çiyayan, bi awayên cûda û çalakiyên cûda bimeşînin baştir dibe.”


  BEHDÎNAN- ANF