Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da. KCK’ê ji malbatên kes û karên xwe di vê karesatê de winda kirî re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest. KCK´ê di daxuyaniyê de diyar kir ku afetên bi vî rengî yên xwezayî ji bo civakan hinceta piştevaniyê ye û got, “Nirxê herî girîng ê jiyana civakî ew e ku di rewşeke bi vî rengî de piştevaniya hev bikin. Kurd jî ku gelekî li cografya civakîbûna destpêkê ya mirovahiyê ne, wan hiş û hestê piştevaniyê timî parastiye. Li Kurdistanê karesatên bi vî rengî timî rû didin, lewma divê piştevaniya civakî bê xurtkirin. Ev yek jî bi civakeke demokratîk a rêxistinbûyî dibe.”

Tiştekî ji dewletê hêvî nekin

KCK´ê ji her kesî xwest ku piştavaniya xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin: “Yên ku piştevaniya wan ne xurt be ne dikarin bibin gel ne jî netewe. Ji ber vê yekê, divê ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di asta herî bilind de piştevanî bê kirin. Pêwîst e ku rojev û hewldana bingehîn a vê kêliyê ev be. Bêyî li benda dewletê bimîne, divê gel di nava xwe de piştevaniya hev bike. Şaş e ku her tişt ji dewletê bê hêvîkirin. Dewlet ew organ e ku berjewendiyên beşekê temsîl dike, ne yê civakan.”

Em bi gelê xwe re ne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de ji dewleta Îranê daxwaz kir ku li pêşiya alikariya mirovî ne be asteng û got: “Lazim e, di karesaetên wiha de li pêşiya alîkariya gelê Kurd a li derveyî sînorên Îranê, astengî çênebe. Nêzîkatiya ku di karesatên wiha de bê nîşandan, wê ji bo xurtkirina biratiya navbera gelan girîng be. Ji ber vê yekê divê alîkariya gelên Îranê û gelê Kurd a ji bo mexdûrên lehiyê bigihîje cihê xwe. Em; Tevgera Azadiyê ya Kurd di karesatên wiha de timî bi gelê xwe re ne. Ji bo birînên gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bên pêçan û gelê me yê li parçeyên din piştgiriyê bide, em ê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.”

 

ANF/BEHDÎNAN

 
 

Êrişî mexdûran kirin 4 kes mirin

   

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Li gorî daneyên fermî hejmara kesên ji ber baran û lêhiya ji Newrozê û vir ve li gelemperiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê gihiştiye 70’yî. Hikumeta Îranê bi hewara xelkê herêmê ve naçe. Xelkê Xuzistan û Loristanê li hemberî bêxemiya hikumeta îranê çalakiyek lidarxistin. Li gorî ragihandinên muxalefeta Îranê, hêzên Îranê êrişî çalakvanan kiriye û di encamê de 4 kes bi guleya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest daye. Herwiha tê gotin ku gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, yek ji birîndaran ji Azadegan a ser bi parêzgeha Xuzistanê bi navê Ebud Celizi jiyana xwe ji dest daye. Celizî bavê 6 zarokan bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Herwiha tê gotin birîndarek din yê xelkê heman navçeyê ku navê wî nehat zanîn jî jiyana xwe ji dest daye.

Li şûna ku hikûmet alîkariya xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bike, êrişî gel dike. Xelkê herêmê jî li dijî hikûmetê dengê xwe bilind dike. Li gorî agahiyan li gelek cihan xelk çalakiyên nerazîbûnê lidardixin û gelek hêzên Îranê ji bo bêdengkirina dengê xelkê çûne herêmê.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN