KCK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got: “Di şûna ku ji bo aştî û aramiyê were dîtin, bikaranîna ol ji bo berjewendî û desthilatdariyê, xerabî û zîleta herî mezin e. Bawerî û ol, mîna ku dema nû derketin, ziman û afirînerên aştî û aramiyê ne.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna qurbanê ya gelê Kurd û cîhana îslamê pîroz kir. KCK’ê di peyama xwe de xwest, ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya Cîhanê û diyar kir ku Rojhilata Navîn a dergûşa mirovahiyê ye, îro veguheriye erdnîgariya şer û mirinê.

Bendewariya aştî û aramiyê

KCK’ê da xuyakirin ku li vê axa lê maf, edalet û çanda wekheviyê şîn bû îro neheqî, bêedaletî û newekhevî heye û got: “Rojhilata navîn a ji bo mirovahiyê hemû heqîqet û bedewî afirandiye, ji ber fîtneya netewe-dewlet û neteweprestiya modernîteya kapîtalîst bûye cihekî lê nayê jiyîn. Li vê cografya ku bîr, bawerî û ol lê derketin holê, hewl tê dayîn bi fîtneya neteweperestî û netewe-dewletî ol bibe navgînek ji xerabiyan re. Di şûna ku ji bo aştî û aramiyê were dîtin, bikaranîna ol ji bo berjewendî û desthilatdariyê, xerabî û zîleta herî mezin li olan e. Bawerî û ol, mîna ku dema nû derketin, ziman û afirînerên aştî û aramiyê ne. Bi hêviya ku gelê me û tevahiya mirovahî bigihêje aştî, biratî, jiyaneke azad û demokratîk em careke din cejna qurbanê pîroz dikin. Hêvîdarin ku ev cejn wê bibe wesîleya aştî, aramî, biratî, jiyana azad û demokratîk a ji bo rojavayê Kurdistanê û tevahiya gelê me.”

KCD’ê Cejna Qurbanê pîroz kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi peyamekê bal kişand ser girîngiya Cejna Qurbanê di dîroka gelên Rojhilata Navîn de û cejn li temamiya Kurdistan û gelên misilman ên Rojhilata Navîn û Cîhanê pîroz kir.  Di peyama KCD’ê de wiha hat gotin; “Di van çend salên dawî de, çeteyên ku li ser navê îslamê tevdigerin, bi alîkariya hinek dewletên ku qaşo misilman in, êrîşên giran li ser gelê me yê “Rojava û başûr ê Kurdistanê”dimeşînin. Gelê me yê Rojava jî berxwedaneke bêhempa ya xweparastina rewa, lidar dixe.Em bi wesîleya Cejna Qurbanê, dixwazin bala temama gelê dinyayê û bi taybetî gelên misilman bikşînin ser berxwedana gelê me yê Rojava.”
Kongreya Civaka Demokratîk di dawiya peyama xwe de got: “Bi hêviya bibe sedema azadiya gelê Kurd û aştiyeke mayînde, em careke din Cejna Qurbanê pîroz dikin.”

KONGRA GEL: Li dora şehîdan bibin yek

Hevserokatiya KONGRA GEL peyamek weşand û Cejna Qurbanê pîroz kir. Di peyamê de cejnam hemû gelê îslamê hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Hêviya me eve ku ev cejna Qurbanê jib o hemû gelê Îslamî û gelê Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî û biratiyê. Em bang li gelê Kurd dikin ku bi wesîleya cejna Qurbanê biçin ser gorên şehîdan û li dora şehîdên me bibin xelek.  Bi ruhê serhildanê em van rojên cejnê bikin derfeta bo aştiyê. Em divê li dora Serokatiya xwe, şehîd û şoreşa rojava bi ruhê seferberiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi vê wesîleyê em cejna hemû gelê xwe pîroz dikin û ji bo têkoşîna wan ya azadiyê ya pîroz serkeftinê dixwazin.”

NAVENDA NÛÇEYAN




TEV-DEM: Bila bibe cejna azadiyê

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi munasebeta Cejna Qurbanê daxuyaniyek nivskî weşand. TEV-DEM Cejna Qurbanê li hemû malbatên şehîdan, gelê Kurd, gelê Sûriyê û hemû alema îslamî pîroz kir. TEV-DEM bang kir ku cejna îsal bibe cejna azadî, aştî û demokrasiya li Sûriyê. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de Cejna Qurbanê li hemû malbatên Şehîdên ku canê xwe ji bo azadiya Kuridistanê û Rojava dan pîroz kir. Di daxuyaniyê de  Cejna Qurbanê li hemû alema îslamî hate pîrozkirin û ev tişt hate gotin: ‘‘ Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê ya îsal bibe cejna Aştî, biratî, jiyana hevbeş û dawî anîna li tundî û şidete li herêmê.’’ Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku dê TEV-DEM’ê bi hemû saziyên xwe kar bike ku cejin bibe gava destpêkê ber bi jiyana azad û aram de.
Di dawiya daxuyaniyê de cejin li hemû berxwedêrên Rojava û qehremanên ku di nava hemû zehmetiyan de parastina Rojava dikin û ji bo jiyanan azad û Xweseriya Demokratîk tevdigerin hate pîrozkirin û ji birîndaran re şîfa hate xwestin.