Artêşa Tirk hewldanên xwe yên dagirkeriyê li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dike. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser helwêsta dewleta Tirk û tifaqa faşît a AKP-MHP´ê got, ew bi êrişa dagirkirina Başûr hewl didin tolê hilînin.
Ha wê Tirkiyeyê, bi MÎT û artêşa xwe û destûbiratiya PDK´ê, gundê Şreniş ê ku pirraniya xelkê wê Suryanî bûn, vala kir. Vê artêşê li Bradost, Xakurkê û Metînayê nuqteyên eskerî ava kirin.
35 rojên hewldana dagirkeriyê
Artêşa Tirk vê hewldana xwe ya dagirkeriyê ji ber berxwedan û çalakiyên gerîlayan nikare bi hêsanî di bejahiyê de bi pêş bixe. Ji ber wê jî bi êrişên hewayî hewl dide di êrişên xwe de bi ser keve. Ji ber vê jî artêşa Tirk her diçe bêhtir deverên sivîl ên li Xakurkê, Goşîne, Qendîl û Behdînanê dike hedef.
Dagirkeriya ku pêşî bi Bradostê sînordar bû êdî li seranserê Başûrê Kurdistanê belav bûye. Ji ber ku di bejahiyê re nikare bi pêş bikeve, armanca artêşa Tirk niha ji mirovan xalîkirina deverên şên ên li ser sînor e. Ji bo vê jî dewleta Tirk bi PDK´ê re dişixule.
MÎT û PDK gund bi gund digerin
Rayedarên PDK´ê tevî endamên MÎT´ê li Bradost, Behdînan û Metînayê gund bi gund digerin û ji xelkê gundan dixwazin gundê xwe bi cih bihêlin. Heta doz dane ku dewleta Tirk wê zerarên gundiyan tezmîn bike. Li gorî agahiyên ji herêmê, dixwazin eskerên bi cilûbergên sivîl li van gundan bi cih bikin.
Li Zaxoyê, gundê Şeranişê ku pirraniya nifûsa wê Xiristiyanên Suryanî ne, temamî hat valakirin. Ketin û derketina gund jî hat qedexekirin. Jixwe, li Bradost, Xakurkê û Metînayê devereke ku qederê 200 gund û gundikan lê ya mintiqeyên Kewert, Elmuş, Muslok, Hole, Spiyane, Xizne, Dola Şuşanê û Gûzereş jî li xelkê hatin qedexekirin. Wekî din li 16 deverên Brodostê jî nuqteyên eskerî hatin danîn.