Li paytexta dewleta Tirk Enqerê, li Elmadaga navçe, fabrîkaya roketan ji artêşa Tirk re çêdike ya bi navê Roketsan heye. Li vê fabrîkayê teqînek çêbû. Bivê nevê mirov ji xwe dipirse, gelo Yekîneyên Tolhildanê êv derba hanê li Roketsanê xist!
Walîtiya Enqerê ev nûçe belav kir û îdîa kir ku di depoyên sotemeniyê yê fabrîkaya Roketsanê de teqînek çêbûye, kes nemiriye, lê sê xebatkarên fabrîkayê birîndar bûne. Ev teqîna hanê saet 14:47’an bûye. Gava em bînin bîra xwe ku Yekîneyên Tolhildanê hîna nû dabû xuyakirin “Heta ku miletê me bigihîje jiyaneke azad em ê ti carî nesekinin. Tevahiya kelehên faşîzma AKP-MHP’ê û tevahiya sazî, dezgeh û kesên hevkar ên destekê didinê, wê bibin armanca çalakiyên me.”
Van her du,sê rojên bihurî, herî kêm du çalakiyên Yekîneyên Tolhildanê berpirsiyariya wan girtiye ser xwe eşkere bûne:
* 4’ê Nîsanê: Li Stenbolê, li Kadikoy Bostanciyê 4 maşînin luks ên AKP’yiyên faşîst hatin şewitandin.
* 5’ê Nîsanê: Li taxa Xoçort a Rêya Hevrişm a ser bi Wanê, polîs hatin astengkirin, piştî şerekî demkurt, polîs vekişiyan. NAVENDA NÛÇEYAN
Kê derb li Roketsanê xist?