Tohmetbarê kuştina waliyê Kasselê, Walter Lubcke, li gorî agahiyên nû sala 2003´yan li çalakgerekî siyasî yê çepgir gule reşandine, lê belê dosyaya li ser mijarê hatiye tinekirin. Dozgerê ku doya kuştina waliyê Kasselê Walter Lubcke lêdikola, rewşeke ecêb li ber xwe dît. Tohmetbar Stephan E. yê nijadperest ê nazî sala 2003´yan jî gule li çalakgerekî reşandibûn, lê dosya bûyerê ya li cem polîs û dozger hatine tinekirin. Li gorî berdevkê serdozgeriyê yê li ser navê dozgeriya Kasselê ji rojnameya Die Welt am Sonntag re gotî, dosya jî, guleyên hingê hatin berhevkirin li cihê sûc jî piştî bi deh salan xebero hatine tinekirin. Sedem jî ew bûye ku encam ji lêpirsîna deh salan derneketiye. Dozgerê federal dixwaze li dijî Stephan E. ji ber kuştina walî Lubcke û êrişeke bi kêrê a sala 2016´an a li dijî penaberekî Kurd ê ji Iraqê dozê veke. Vî naziyê 46 salî walî û siyasetvanê CDU´yê Lubcke destpêka Hezîrana 2019´an li şaneşîna mala wî bi dermançeyê kuştibû. Vî naziyî weke sedem jî xwedîderketina Lubke li penaberan nîşan dabû. Ji Îlona 2016´an ve jî dozgeriya federal ji ber êrişeke li dijî penaberekî Kurd ê ji Iraqê lêpirsînek dikir. Penaberê behsa wî tê kirin ji ber êrişa 6´ê Çileyê 2016´an bi giranî birîndar bûbû. Ji ber vê êrişa nêzî Lohfelden a li Kasselê jî vî naziyî sûcdar dike. FRANKFURT