Di nav civakê de tevilbûna jinan a nav têkoşînê bala wê pir dikşîne. Ew jî dixwaze wekî wan be. Lê rewşa malbatê û temenê wê yê biçûk, nahêlê ku ew tevlî bibe. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999 de dîl tê girtin, ew bandor dibe û biryara xwe ya tevlîbûna gerîla dide. Piştî perwerdeya destpêkê diçe nav yekîneyên leşkerî. Heta 2004’an bi piranî di xebatên leşkerî de cih digire û li gelek qadên cuda dimîne. Dema ku pêwistî di xebatên ciwanan de derdikeve holê, ew derbasî Komelên Ciwan dibe û karê xwe li wir didomîne. Gerîla Sema di nav jiyana pratîkî ya gerîla de, pir tiştan fêm dike. Hê pir ciwan e û hevalên wê pê re dibin alîkar, wê ji bo pêşerojê amade dikin. Ji bo ku xwe di warê hizrî de jî kûr bike, wê ferî xwendine û nivîsandinê dikin. Sema êdî dizane ku gerîlatî ne bi tenê çek hilgirtin û şerkirin e. Di dawiya 2010’an de ew derbasî Komiteya Ziman û Perwerdeya KCK’ê dibe. Ji wê demê û pê ve di nav xebatên dibistanê de cihê xwe digre.
hêjayî navê xwe bim’ Sema Yuce dibêje ku wê navê xwe ji kadroya pêşeng a PKK’ê Sema Yuce ya ku xwe di sala 1998’an de li Zîndana Çaneqeleyê de bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû girtiye. Û dibêje; “Her tim hewl didim ku bibim hêjayê navê xwe û kesayeta Sema Yuce.”
Xebatên Komîteya Ziman, gerîla Sema pir kêfxweş dike û di vê derbarê de wiha dibêje: “Ez her car dibêjim; min pir baş kiriye ku ez hatime perwerdeya ziman. Dema ku mirov dikeve nav kûrahiya ziman û hê bêhtir xwe nas dike, mirov dîroka xwe û hebûna xwe ya civakî bi awayekî zanistî lê dikole û wateya hebûna xwe bêhtir diparêze. Ez ê ji niha û pê ve bi vê zanebûnê nêz bibim. Fêrbûna zimanê dayikê û xwe naskirin, bingeha hemû xwenasînan e.” Peyamek Sema ji bo keç û xort, hemû ciwanên Kurd heye: “Di her qada jiyan û têkoşînê de xwe bi hêz bikin û hebûna xwe biparêzin, jiyana xwe watedar bikin. Ev li hemberî polîtîkayên bişavtinê, xwedî derketina li ziman û çanda Kurdan e.”
DEVRIM AMED - ANF-ZAGROS