Dadgeha Tirk di Kurdistanê de mijadperestî dît. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dabû xuyakirin ku ew ê 4 partiyên Kurd bigirin. Yek ji van jî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ye. Serokê Giştî yê PAK’ê Mûstafa Ozçelîk, nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got, madeya der barê hebûna Kurdan û zimanê Kurdî ya di rêziknameya partiya wan de wekî “nîjadperestiyê” hatiye wesifandin.
Ya rastî ecêbmayîna Ozçelîk jî cihê ecêbmayînê ye. Lewma dewleteke ku li ser esasê nijadperestiyê ava bûye, di hemû reman de tirsa xwe dibîne û her ditirse. Ji ber vê tirsê jî weke meseleya “keçelo kumê min li serê te” jî nîjadperestiya xwe dixe stûyê her kesî.
Axir Ozçelîk ji rojnamevanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Lezgîn Akdeniz re li ser mijarê dibêje, “Di dema hilbijartinê de ev doz xistin rojevê. Dewleta Tirkiyeyê, di 4-5 salên dawî de paradîgmaya xwe li ser siyaseteke antî Kurd ava kiriye. Tenê ne li Bakurê Kurdistanê, heman siyasetê li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe. A rast dibêje ‘Divê li ti devera cihanê Kurd nebin xwedî maf û statuyekê.’ Stratejiya nû ya dewleta Tirkiyeyê ev e. Û her tişt li gorî vê yekê tê organîzekirin.”
Nijadperestiya xwe xistin stûyê PAK´ê
Ozçelîk, diyar kir ku di îdîanameya li dijî wan de hatiye gotin, “Li Tirkiyeyê, hûn ji bilî neteweya Tirk neteweyeke kêmbar diafirînin û hûn ji bilî Tirkî behsa zimanekî din dikin. Ji xeynî Tirkî, behsa perwerdehiya bi zimanekî din nijadperestî ye.” Ozçelîk, destnîşan kir ku ji ber ew behsa zimanê kurdî û neteweya kurd dikin, bi nijadperestiyê tên tawanbarkirin û got: “Me bersiv da. Kesên 96 sal in Kurdan nahesibînin û tine dikin, nîjadperest in. Pirsgirêk tenê ne navê Kurdistanê ye. Di rêziknameya partiya me de, behsa mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya Kurdan tê kirin.”
Ozçelîk ev dozên li dijî partiyên peyva Kurdistan di navê wan de, weke pêkanîneke bêhiqûqî bi nav kir û got: “Em bang li Dewleta Tirk dikin da ku dev ji vê feraseta paşverû berde û ji bo pirsgirêk di çarçoveyeke demokratîk de bên çareserkirin, gavinan bavêje.”
MA / AMED