
Di pêngava 3’yemîn a “Xezeba Firatê” de, milê sêyemîn ê operasyonê ji gundê Mekmenê tevgeriya û heta niha 12 kîlometroyan bi pêş ve çûye. Di vê bipêşveçûyînê de 4 gund û gelek gundik hatin rizgarkirin. Li cihên hatin rizgarkirin, gelek sivîl ji DAIŞ‘ê hatin xelaskirin. Yek ji van sivîlan jî dayikeke Mûsilî ye ku DAIŞ’ê 5 keçên wê revandine. Şukriye Mihemed a ji bo keçên xwe bibîne hat Reqayê, li gundekî bakurê rojhilatê Reqayê tevî gelek sivîlan ew jî hat rizgarkirin.
Di riya Şengalê de 5 keçên wê hatin revandin
Şukriye Mihemed a 55 salî, diyar kir ku ew ji navçeya Tilefer a Mûsilê ji malbateke Şiî û Tirkmen e û got, dema beriya bi 3 salan DAIŞ’ê êrîşî Mûsil, Şengal û Tileferê kiriye bi sedan mirov qetil kirine û bi hezaran jê jî dîl girtine. Mihemed, anî ziman ku dema DAIŞ hatiye bajarê wan, wan hewl daye li Çiyayên Şengalê bihewin, lê belê di rê de hatine zeftkirin û wiha axivî: “Em di rê de bûn. Wê rojê tevî 5 keçên xwe me hewl dida em xwe xelas bikin. Berî em bigihêjin Çiyayê Şengalê, çeteyên DAIŞ‘ê em li gundekî dan rawestandin. Dema fêm kirin ku em direvin, êrîşî keçên min kirin. Min xwest bibim asteng, lê belê ez avêtim erdê û kişkişandim. Her 5 keçên min jî girtin. Zaf qêriyam lê bêfêde bû. Keçên min li wesayîtekê siwar kirin û birin. Li wir di nav girî û rondikan de mam.”
Ji bo dîtina wan hat Reqayê
Mihemed, diyar kir ku paşê wê bi malbat û xizmên xwe re peywendî daniye û anî ziman ku, piştî hin lêkolînan ew hîn bûye ku keçên wan birine Reqayê. Mihemed wiha domand: “Tevî çend xizmên xwe hatim van deran. Pêşî çûm navenda Reqayê. Zaf geriyam, lê kes nebû alîkar. Nizanim keçên min birine kuderê. Hin kesan digot bi emîran re hatine zewicandin, hin kesan jî digot li bazarên koleyan hatine firotin.”
Aqûbeta wan nayê zanîn
Şukriye Mihemed anî ziman ku li Reqayê kesî alîkariya wê nekiriye û got, pişt re li pêy wê çend xizmên wê jî hatine û bi wan re ew li keçên xwe geriyaye, lê belê vê carê jî DAIŞ’ê gefa kuştinê li wan xwariye. Mihemed dest nîşan kir ku bi riya xizmekî xwe, ew li bakurrojhilatê Reqayê li gundekî bi cih bûne; piştî ku ew bi cih bûne jî wan dest bi lêgerîna keçên xwe kiriye, lê belê wan ew nedîtine. Jina Tirkmen Mihemed diyar kir ku di dema êrîşa Şengalê de bi hezaran jinên Şiî yên Tirkmen jî ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatine revandin û wiha bang kir: “Bi hezaran jinên Şengalî birin. Kurd û Tirkmen êşa herî mezin a vê sedsalê dijîn. Ji bo keçên xwe bibînim bi riya ketim. Niha jî QSD hat. Em ji wan rizgar kirin. Çawa em rizgar kirin, bila keçên min jî rizgar bikin.”
NAZIM DAŞTAN / DÎHABER / REQA