Keçên Rojê li Cannesê
ALÎ GULER
CANNES
“Hebûna we bi xwe serketinek e.
Berxwedana li dijî zilmê serketinek e.
Şerkirin serketinek e.
Yekane tişta ew dikujin tirsa me ye.
Bi her jina wan revandî şervaneke nû ji dayik bû…”
Ev peyvên mîna helbestekê, ji sahneyeke ji filmê bi navê Keçên Rojê (Girls of the Sun) e. Keçên Rojê behsa têkoşîn û şerê jinên Kurd li dijî DAIŞ´ê dike. Ew îsal di 71’emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê de di nava 21 filman de namzetê xelata Palmiyeya Zêrîn e. Filma ku bi meraq xelk li bendê bû, pêr hat nîşandan. Bi her halî, awira filma saetek û 55 deqîqeyan dirêj, li ser îradeya jinê, hîza wê û baweriya wê ya bi serketinê ye. Derhênera jin a filmê Eva Husson, vê yekê bi rêya jina Êzîdî Bihar dike ya ku DAIŞ´ê ew êsîr kiriye û piştre azad bûye.
Film bi sahneyên dram û aksiyonê dest pê dike, û bi çavê rojnamevana Fransî Emmanuelle Bercot (Mathilde) tê vegotin. Êrişa DAIŞ´ê ya li dijî Şengalê, komkujî, êsîrkirina jinan û serketina van jinan a li dijî çeteyan mijara filmê ye.
Derhêner Eva Husson bi xwe senaryoya filmê nivîsnadiye. Derhêner bi xwe îşaret bi wê yekê dike ku zilmê, komkujiyan û êsîrkirina jinan tesîr li wê kiriye û film parçeyek ji rastiyê ye.
Rola Bihar a lîstikvana Îranî Golshifteh Farahanî ye. Film bi çûna Şengalê ya bi helîkopterê ya rojnamevana Fransî Mathilde dest pê dike. Şervanên jin wê pêşwazî dikin, em şahidiyê li hev rasthatina Mathilde û Bihar dikin. Şervanên jin ên Kurd şerê xwe dikin da ku gund û bajarên xwe ji DAIŞ´ê rizgar bikin.
Rojevkirina garîlayên jin
Film bi sahneya êrişa şervanên Kurd a bi rêya tunelê li dijî navenda DAIŞ´ê bi dawî dibe. Hin şervanên jin jiyana xwe ji dest didin û di bombekirina balefiran de Mathilde jî birîndar dibe. Hingê di ekranê notên ku Mathilde girtine xuya dikin; komkuijiyên DAIŞ´ê li Şengalê, jinên Êzîdî ên hatine revandin û zarok… Di dawiya filmê de di nava bi sedan zarokên rizgarkirî de zaroka Biharê jî heye.
Di filmê de wekî din uniformeyên gerîlayên YJA-Starê tên bikaranîn. Film li Cannesê nexasim jî ji aliyê rojnamevanan ve hat ecibandin. Wisa tê qebûlkirin ku film wê li festîvalê xelatekê wergire. Emmanuelle Bercot a berê jî xelat wergirtî û Golshifteh Farahani jî namzetên xelata Lîstikvana Herî Baş in.