Şahîn da zanîn ku navê ferdên malbata wan ên li nav refên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane; Berfîn, Peyman, Serhildan, Şêxo, Necîp, Bihar û Egîd e.
Şahîn ragihand ku di 29'ê Cotmehê de du pismamên wî li rojhliatê Kobanê jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha dewam kir: "Duh (pêr) pismamê me Abdulmecîd şehîd ket. Ji bo veşartina wî em hatin. Îro jî me pismamekî xwe yê din Îbrahîm veşart. Ew jî piştî ku duh Abdulmecîd veşart, şehîd ket. Îbrahîm dema ji bo veşartina Şehîd Abdulmecîd hat gotibû, gora Abdulmecîd teng e. Gelekî li ber ketibû, çavên wî tijî rondikên çavan bû û piştî ji goristanê çû, vegeriya çeperê, piştî çend saetan me bihîst ku ew jî şehîd ketiye. Berî hefteyekê jî em her sê li eniya rojava di çeperê de bûn..."
‘Çeka wan li erdê nahêlin‘
Bengîn Şahîn û şervana YPJ'ê xwişka wî Gulbihar jî diyar kirin ku Îbrahîm ê jiyana xwe ji dest da zewicî û bavê zarokan e û destnîşan kirin ku dema zarokên wî mezin bûn ew ê çeka wî li erdê nehêlin. Şervana YPJ'ê Gulbihar wiha dewam kir: "Berê birayê Şehîd Îbrahîm Heval jî şehîd ketibû. Her du jî zewicî û bavê zarokan bûn. Dema êrîşên li hemberî Kobanê destpê kirin, her duyan zarokên xwe şandin û tevlî berxwedanê bûn. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û şehîd ketin. Me moraleke mezin ji wan digirtin. Em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoş in û soz didin ku em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Em bawerin ku zarokên wan jî dema mezin bûn wê çeka wan li erdê nehêlin." Doxan Şahîn ê ji ber birîndara xwe zehmetiyan dikşîne biaxive dibêje, "Em ji gundên Til Xezal û Bilik in. Kalik û Pîrka me yek e, em hemû dotmam pismamên hev in. Piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, ji malbata me b giştî 12 kes şehîd ketin."
ERSÎN ÇAKSÛ/KOBANÊ