Ji sala 1999’an û vir ve, dewleta tirk hewl dide Ocalan, Tevgera Azadiyê û tevahiya gelê kurd bê hêvî û bê bandor bike. Ji bo vê aramancê her şêweyê şer bikar anî. Agir berda daristanên Kurdistanê. Çekên kîmyawî bi ser ciwanên kurdan barand. Belafirên israîlê yê keşfê da xebitandin. Eskerên xwe şand Zapê û ew bi mirinê re rû bi rû hîşt. Her tişt kir. Lê nikarîbû iradeya Ocalan û Tevgera Azadiyê têk bibe.
Ne tenê Tirkiye di bazarê de ye, lê her weha NATO, Yekîtiya Ewropa, DYA, Sûriyeyê, Îran, Iraq û Israîl jî hevak(bûn)rên şerê li dijî kurdan in. Ev hemû alîkarên siyaseta inkar û şer ya Tirkiyê ya li himberî kurdan û berxwedana wan bûn.
Gelo sirê vê xwegirtinê çi ye?.
Li Sûriyeyê ev saleke rejîma Beşar Esed şerekî giştî li dijî gelê azadîxwaz ilan kiriye. Hêzên muxalefeta Sûriyeyê ku bi milyarên dolaran ji ereban digrin û destekek diplomasî û siyasî ya herî xurt distînin, li himberî Esed bê çare ne. Jihevbelavbûyî ne. Jihevketî ne. Li dijî hev bi rik û kîn in. Ji bo “alîkariya madî” ya ku ereb didin wan, di nava nakokî û pevçûnan de ne. Hev xayin û ajan ilan dikin. Qet ne cidî ne û ne amede ne qurbaniyan bidin. Her yek çavê wî li beşekî desthilatdariyê ye. Ji ber hindê gotina wan ne yeke û nikarin xwestek û vîna gelê Sûriyeyê dewrî serkeftinekê bikin. Ji bilî vê yekê, ew girêdayî hêzên derve ne. Biryara wan ne serbixwe ye. Ev hêzên derve çi bêjin, ew li gorî irde û berjewendiyên wan tevdigerin.
Ereban bi zexit û zora xwe Yaser Arafat serokê rêxistina El-Fatihê birin ser maseya Neteweyên Yekbûyî danîn û rêxistina wî mîna ‘çavdêr’ di nava vê rêxistina navnetewî de kirin xwedî statû û dan qebûlkirin. Lê dîsa dema Arafat mir, heval û dostên wî bi hev ketin û «xezîneya» tevgera El-Fatihê di nava xwe de par kirin. Dibêjin tenê jina wî Suha Arafat 100 milyon dolar revand!
Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tekoşîn li himberî rejîmek mîna ya Beşar Esed ku hemû cîhan ew dorpêçkirî ye, dimeşîne, lê ew ev 30 sal in li himberî dewleta tirk vê tekoşînê dimeşîne. Ew dewleta ku endama NATO’ye û hevkara yekê ya DYA û Yekîtiya Ewropa li tevahiya cîhana islamê ye.
Xwestin Ocalan teslîm bigrin. Xwestin iradeya wî ya berxwedan û tekoşînê têk bibin. Vê hewledanê ji sala 1999’an ve dikin. Lê berovajî vê yekê, Ocalan ew dîl girtin. Dikarîbû wan bîne cem xwe û wan mecbûrî diyalog û muzekeriyan bike. Dikarîbû Tevgera Azadiyê ber bi serkeftinek mezin ve bibe ku hêza xwe 2 qat xurt bike û hema hema tevahiya welayetên bakurê Kurdistanê bigre stê xwe.
Dema hêza berxwedanê xwe bispêr xwîn û keda gel, dê encam weha be.
Di sala 1999’an de, dema hêzên zalim serokê kurdan revandin, gelek kesan got kurd têk çûn. Lê ne weha bû. Vê carê kurd ne li bendê bûn ku ‘hêzek biyanî’ alîkariyê qut bike, da ku ew jî ‘ala sipî’ bilind bikin û bêjin «aş betal» !. Bi Ocalan û hevalê wî re, rewş ne weha bû.
Li Rojavayê Kurdistanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serkêşiya tekoşîna kurdan dike. Li gel hemû kêmasiyan, ew hêza herî xurt û dînamîk a kurdan û tevahiya Sûriyeyê. Ji ber vê yekê dijmin û neyarên wê pirr in.
Her kesê ku felsefe û xebata Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dinas, ji wê yekê bawere ku ev partî li Sûriyeyêk pêşerojê de, dê xwedî gotin û biryar be.
Ji ber hindê li dijî PYD dest bi kampaniyek qirêj tê kirin. Çi kurd û çi ereb, gelek êrîş di rojevê de ne. Ev hêzên hudirîn û bi şîretdayina hêzên derve û di serî de AKPê dizanin ku PYD li ser bingeha idyolojiya Ocalan û Tevgera Azadiyê dixebite û qet çarenûsa kurdan teslîmî tu aliyê nake. Hêzên muxalefeta Sûriyeyê bi hev ketin e. Ji bo pere û desthilatdariyê ketine nava nakokiyan de. Rejîma Esed sûdê ji vê nelihevkirina wan digre. Lê gotina PYD yek e û xebata wê li gorî pîlanek destnîşankirî û li ser esasê berjewendiya kurdan dimeşe.
Xebatek ji Gel e. Xebatek rewamendiya xwe ji xwîna şehîdan digre. Xebatek hêza xwe ji bîr û ramanên Ocalan distîne.
Xebata şagirtinên Ocalan, li bakur û tevî ewqas şer û komkujî têk neçû, lê pêşket û geş bû. Ev xebat li rojava jî ne mumkin têk biçe..