Di gotara bi sernivîsa “di navbera projeya azadiyê û hewldanên astengkirinê” Xelîl îşaret bi wê yekê kir ku li Sûriyeyê bi projeya xwe ya federalîzma demokratîk a li Rojava û Bakurê Sûriyê ew yekane hêz in ku parçeyek ji projeya çareseriyê ne. Xelîl îşaret bi dewra hêzên Tirkiyeyê kir û got, ew li gorî berjewendiyên xwe mudaxilî Tirkiyeyê dibin û projeyên wan ne ji bo berjewendiyên xelkê Sûriyê ne.
Xelîl îşaret bi wê yekê dike ku şoreşa wan însanî ye û hesabê avakirina civakeke wekhev û mirovê azad dike û ji ber ku DAIŞ li hemberî vê projeyê û mirovatiyê tehlûkeyeke mezin e, tevî bêdengiya dinyayê û heta desteka Tirkiyeyê jî wan serketinên mezin li dijî DAIŞ´a terorîst bi dest anîne.
Xelîl bi bîr xist ku ew bi deh salan bûne mnexdûrê zilma rejîma Baesê ya ku mafên mirovan ên herî bingehîn jî binpê kirine û got, ji ber vê yekê jî wan rêya sêyem daye ber xwe; ango ew ê di nava rejîm û komên radîkal de nekevin nav lîstikê. Di gotara xwe de Xelîl wekî din bi bîr xist ku li Hesekê hêzên dijberî hev ên mîna rejîm, Tirkiye û Îranê li dijî wan gerandin komployek gerandine û armanca wan jî weke, “êrişa li dijî rewşa aştiyane ya bihevrejiyana di civaka me de derdikeve pêş a di navbera hemû pêkhateyên mîna Ereb, Kurd, Suryanî û Asûriyan de” bi nav dike.
Aldar Xelîl dibêje, “em ê qet dev jî bernedin ku şerê terorîzmê li ser reh û rîşên wê bikin” û dagirkeriya Tirkiyeyê ya erdên Sûriyeyê jî bi bîr xist. Di dawiya gotara xwe de Xelîl şervanên navneteweyî û Emerîkî yên di nava refên xwe bi bîr xist û got, “Îro dema hikûmetên wan li hemberî welatekî destekê dide terorîzmê bêdeng dimînin, ew ya rastî fedakariya qehremanî ya welatiyên xwe înkar dikin, û tedbîrên pêwist nagirin da ku terorîzmê lawaz bikin ku ji bo civakên wan tehlûke ye.
Em ê li Rojava têkoşîna xwe û projeya xwe ya demokratîk dewam bikin heta ku miletê me bigihêje mafên xwe yên azadiyê û demokrasiyê. Em ê her wiha têbikoşin ku da ku li Sûriyeyê em bigihîjin çareseriyekê û civakeke azad a demokratîk li ser esasê ewlehî û edaleta civakî ava bikin.”
FRANKFURT