Sendîkayên girêdayî konfederasyona KESK’ê îro li tevahiya Tirkiyeyê ji bo rojekê grev da destpêkirin. Bi boneya grevê li Engereyê bi hezaran kedkarên endamên sendîkayan meşiyan. Meşa kedkaran a ji çaraliyan ve hatiye destpêkirin li Bulvara Ziya Gokalp bi dawîbû. Bi hezaran kedkarên li Bulvara Ziya Gokalp berhevbûyîn bi dirûşmên xwe polîtîkayên Hikûmeta AKP’ê şermezarkirin. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ligel parlamenterên BDP’ê Sirri Sureyya Onder, îbrahîm Bînîcî, Îdrîs Baluken, Ertugrul Kurkçu û Adîl Kurt, parlamenterê serbixwe yê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê Levent Tuzel, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl jî piştgirî da çalakiya kedkaran.
Di korteja meşê de Hevseroka BDP’ê Kişanak, êrîşên li hemberî çapemeniya kurd jî protestokirin. Kişanak li qadê wêne kişandin û hevpeyvîn pêk anîn. Her wiha Sirri Sureyya jî bi kameraya nûçegihanê DÎHA’yê dîmemên meşvanan girtin. Li Aliyê din parlamenterên BDP’ê Adîl Kurt, Îbrahîm Bînîcî û Ertugrul Kurkçu jî rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê li qadê firotin. Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen bi daxuyaniyeke çapemeniyê armanca grevê bi raya giştî re parvekir. Ozgen bibîrxist ku di saetên kedkar li kolanan nerazîbûnên xwe yên li hemberî AKP’ê tînin ziman li parlamentoyê bûtçeya 2012’an tê erêkirin û got: “Bûtçeya dewlemendan tê erêkirin, dîsa barê xwe li feqîr û jaran bar dikin. Dîsa nanê kedkar û karkeran ji destê wan digirin. Em ji vê bûtçeyê re dibêjin na. Em vê bûtçeyê red dikin.”
DÎHA- ENQERE