Ji kovara ŞermolaNetê, Aram Hesen bi lêkolîner û folklornas Salihê Heydo re peyivî û wî got, Kesê ku bixwaze folklorê bide hev, divê xwe bi civakê re bike yek.
Salihê Heydo 6’ê Adara sala 1956’an li gundê Hesê Oso yê Amûdê hatiye dinyayê. Niha li bajarê Hesekê dimîne û li Zanîngeha Rojava di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de dersdarê folklor û wêjeya klasîk e.
Ew di hevpeyvînê de ji bo berhevkirina berhemên folklorê dibêje, “Berhevkirina folklorê, tiştekî gelekî sereke û hîmlî ye di dîrok, nasname û çanda gel û neteweyan de. Folklor, dîroka miletan a nenivîsandî ye, hemî istegihên jiyana wî miletî tê de derbas bûne, xêr, xweşî, qencî û xerabî di warê jiyanê de. Dema ku kesek pirtûkeke helbestan an jî ya çîrokan binivîsîne, heke ew pirtûk xurt be, pirtûkxaneya Kurdî zengîn dike û heke qels be zererê digihîne wî kesî bi tenê, lê folklor dîroka miletekî bi teşe û gewde dike.”
Ka ez ê wêneyê keça te bikşînim!
Mamoste Salihê Heydo ji bo zehmetiyên dema rejîmê û berhevkariya berhemên folklorê de jî dibêje, “Bêguman ez di tariyê dixebitîm. Piraniya karê min jî weke berhevkirin û komkirinê girêdayî jinê bû, lewma diviyabû ez bigerim, derbasî malan bibim û wêneyên jinan bi cil û bergên resen bikişînim, yan jî heke jinekê straneke folklorî bizanîba, diviyabû ji min re bêje, ji bo ez tomar bikim, ev pir zehmet bû, çawa tê derbasî nav eşîrekê, gundekî yan jî malekê bibî û tê bêjî, ka ez ê wêneyê keça te yan hevjîna te bikşînim, an jî stranên ku dizane bila bistrîne ji bo ez tomar bikim, di vî milî de min pir zehmetî dikşand. Bi rastî piraniya gelê me ev qebûl dikir û dibûn alîkar.
Rejîma Sûriyê gelek astengî ji min re çêdikir, min tim dida ber hev gelo, bera ez rihet bim û ev çand winda bibe, yan bera ez biêşim û ev çand were parastin.”
Ji bo rewşa niha ya li Rêveberiya Xweser jî ew dibêje, “Îro gelek navend çêbûne û taybet in bi vejandina folklorê, ser vê yekê gelekî radiwestin, her wiha em dibînin di televîzyonan de û di ragihandinê de bi giştî cihekî taybet dane folklorê.”
Mamoste şîretên xwe jî texsîr nake: “Kesê ku bixwaze folklor bide hev, divê despêkê xwe bi civakê re biguncîne, divê bikeve dilqê civakê de û xwe bi civakê re bike yek, her wiha dilnizim be û zanibe çawa derbasî malan bibe, çawa xwe bi wan kesên nexwende û sade û gundî bide qebûlkirin.”