Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî û Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê Menal Mihemed Emîn Yusif ku tevlî konferansa "Sêkuçkên Zagrosan: Di sê kuça birîndar de yekîtiya neteweyî" ya li Geverê pêk hat bû der barê asta perwerdehiya zimanê Kurdî ya li Rojava agahî da.

Yusif diyar kir ku weke tê zanîn ev sala sêyemîn e ku ew li rojavayê Kurdistanê weke lingekî esasî yê vê şoreşa bi rûmet xebatên ziman û perwerdeya Kurdî dimeşînin. Yusif da zanîn ku dikare were gotin ku di nava van sê salan de bingeheke baş çêbûye û gavên girîng hatine avêtin. Yusif destnîşan kir ku girêdayê pêşketin û mayîndebûna nirxên şoreşê afirandî, binesaziyeke ku ji xebatên wan yên ziman û perwerdeyê re rê veke, çêbûye. Yusif anî ziman ku ev bingeh li gorî xweserî û taybetmendiyên her herêmekê ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hatine nirxandin. Yusif wiha got: "Ev ast li hin herêmên rojavayê Kirdistanê baş pêş ketiye, li hin herêman jî di asta navîn de ma ye. Rexmê hemû astengî û kêmahiyan jî van du salên dawî di serî de li Efrînê, Kobanê û Cizîrê, li seranserê Rojava zimanê Kurdî daketiye nava bernameya dibistanên fermî û bûye zimanê fermî yê xwendinê. Hir çiqas ezmûna yekemîn be jî vê sîstemê asteke baş bi mamoste û xwendevanan daye qezenckirin û di warê hişmendî de rê li ber gelek guherînên girîng vekiriye."
Yusif diyar kir ku li gel perwerdeya di dibistanan de tê dayîn, xebatên amadekirin û zêdekirina mamosteyên zimanê Kurdî ji her diçe zêde dibe. Yusif anî ziman ku di nêzîkatî, feraset û hişmendiyan divê yek dibistan bê mamoste nemîne û tu kes ji perwerdeya zimanê Kurdî bê par nemîne. Yusif derbarê berendam û vekirina saziyên Kurdî de jî agahiyên girîng da.

Xebat pêş ve diçe

Yusif diyar kir ku van xebatên akademîk di asteke bilind de civaka Rojava hişyar kiriye û di warê hişmendî de jî risteke girîng dileyîzin. Yusif da zanîn ku di van akademiyan de dersên ziman, rêziman, wêje û dîroka zimanê Kurdî, dîroka Kurdistanê, felsefe, civaknasî û jineolojî mijarên sereke ne.
Yusif destnîşan kir ku hêjayî gotinê ye ku ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha tevahî mamosteyên Kurdî û kedkarên wan ên ziman bê heqdest, bi dilxwazî û hezkirin ked didin û wiha axivî: "Ew tenê dizanin ku bi vê xebata pîroz xizmeteke neteweyî û welatparezî bi cih tînin û bi vê yekê serbilind in. Ya herî girîng jî di nav xebatên me yên pêşxistin û parastina zimanê Kurdî de îro keç û jinên Kurd roleke pêşeng dileyîzin."

Bandora ambargoyê  

Yusif anî ziman ku taybet di vê xebatê de weke xebatkar û kedkarên zimanê Kurdî tiştê ku ew herî zêde têde zoriyê dikêşîn mijara çapkirina pirtûkên dibistanan e. Yusif derbirî ku ji ber ambargoya li ser herêmên wan, ew nikarin pirtûkên xwe di wextê wê de çap bikin, li xwendekaran belav bikin.

DÎHA/COLEMÊRG  




KONGRA-GEL  Cejna Kurdî pîroz kir

Hevserokatiya KONGRA GEL bi peyamekê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û têkoşerên azadiyê pîroz kir.
Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de hat ragihandin ku di encama têkoşîna dayikên, zarok û xwendekarên Kurd siyaseta dewleta AKP'ê hatiye pûçkirin û xwedî li zimanê Kurdî hatiye derketin.
Di daxuyaniyê de xebatên ji bo perwerdeya zimanê dayikê yên li her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin û hat gotin, "Ji tecrubeyên şoreşa Rojava ya herî sereke yek jî perwerdeya zimanê dayîkê ye. Encamên vê wê tesîra xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê bike."
KONGRA GEL diyar kir ku ziman nasname û hebûna gel e û bang li tevahiya sazî û dezgehên Kurdistanî kir ku bi awayekî germ li cejna zimanê Kurdî xwedî derkevin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser qonaxa heyî ya têkoşîna azadiyê û hat destnîşankirin ku di vê qonaxê de xalea herî girîng perwerdeya zimanê Kurdî ye û bang li her Kurdî kir ku di vî warî de bi berpirsyarî rabin.
KONGRA GEL bibîr xist ku yek ji 4 Kurdên pêşeng ên di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin Ferzad Kemanger weke wasiyet xwestiye dilê wî di bedena zarokeke Kurd de bijî û got, "Ji bo me hemûyan wazîfeyeke pîroz e ku bi xebatên perwerdeya zimanê Kurdî, dilê heval mamoste Ferzad Kemanger û yên hevalên wî û dilê hemû tekoşerên azadiyê, di dilê zarokên Kurdistanê de em heta hetayî bidin jiyîn. Ji ber vê yekê jî em dibêjin perwerdeya zimanê Kurdî xebata me ya herî bingehîn û pîroz e. Em bi vî avayî dikarin bibin bersiva şehîdên xwe.
Li ser vî esasî em car din “cejna zimanê Kurdî” ya gelê Kurd bi dil û can pîroz dikin û xebatên ji bo zimanê dayîkê re serketinê dixwazin."

ANF/BRUKSEL