Bi hindik peyvan ravekirina gelek tiştan di ziman de mijareke tevî balkêşiya xwe hevqasî kûr e jî. Bi peyvên qalibî yên mîna biwêj tên binavkirin, mirov dikare analîzeke xurt a wê civakê bike. Yanî bi biwêjan mirov dikare çand, karakter, dîrok, kevneşopî, mîzah û her aliyê jiyanê nas bike. Zêdebûna biwêjan, xwe sipartina çîrok an serpêhatiyekê ya biwêjê û bi dehên salan, hata sedên salan di ziman de rûniştina wê, hêza ziman jî nîşan dide.

Di mijara biwêjan de, bêyî bikaranîna hin peyvên argo, erotîk, heta dijûnî, ravekirin hinekî zehmet e. Bi libat an organên mirovan ravekirin jî taybetmendiyeke zimanê Kurdî ye. Yanî gelê xwezayî û zimanê gelê xwezayî ye. Hin gotinên ku di roja me de şerm ji wan tê kirin, berê di jiyana Kurdan de ji rêzê bûn. Mijara dengbêjiyê, stran, kilaman de jî heman tişt bi xurtî derdikeve pêş.

Îro jî çîroka biwêjên, ‘rehmet li kefendiz’ û ’tobeya darkutkê’ em ê mijara xwe bidomînin.

Rehmet li kefendiz

Ev biwêj li herêma Botan û herêmên mîna Mêrdînê belav e. Di nava axaftinê de li cihê pêwîst dike, mîna ‘Wey/hey rehmet li Kefendiz’ tê bikaranîn. Ji bo kesên ku mesûltî, berpirsiyarî yan karekî dewr digirin, lê ji yên beriya xwe gelekî xirabtir in, tê gotin. Mînak dema mirovek di nav civakê de jê nayê hezkirin û xirab tê zanîn, bimire û lawê wî jê xirabtir be ev biwêj tê bikaranîn. Yan rêveberek, mesûlek ku ji yên beriya xwe jî xirabtir be, ji bo nîşandana asta xirabiya wî ev biwêj tê gotin. Wateya wê ev e; yê hatî mirovan li yên beriya xwe ku jê gazin dikirin, poşman dike!

Çiroka biwêja ‘Rehmet li Kefendiz” jî wisa ye:

Dibêjin mirovek hebû. Dema kesek dimir û dihate veşartin, eynî şevê diçû, tirb vedikir û kefen didizî û difirot. Lewra karekî hevqasî kirêt dikir di nava gelê herêmê de bûbû weke dijûnekê. Li dewsa ‘iblîs’ lanet li wî dianîn. Dema hêrs dibûn, digotin, ‘lanet li kefendiz’. Piştî demekê kefendiz nexweş dikeve û beriya bimirê qewêtiya xwe li lawê xwe dike. Dibêje; “ez dimirim û navê min bi lanet, nifir û dijûnan tê bilêvkirin. Îcar tu tiştekî bike ku ev lanet û xirabiya nav, ji ser min here û mirov rehmetê ji min re niyaz bikin.”

Kefendiz dimire, gelê herêmê jî nefeseke rehet distîne dibêje, êdî kes ji bo kefen naçe miriyê me naşelînê.  Piştî demekê, kesek dimire. Roja piştre, malbat û kesên derdorê - ji ber ku kefendiz miriye- bi dilekî rehet diçine goristanê. Lê li wir li rasta rewşeke sosret tên. Mirî ji tirbê hatiye derxistin, kefenê ji ser kirine û mîna ev ne bes be darek jî di wî de kutane. Mirovên ku ji ber vê rewşê matmayî dimînin bi yek dengî dibêjin, “wey rehmet li kefendiz.” Law dihêle ku gel li kirêtiya bawê wî poşman dibe!

Biwêjeke din a nêzî muhteweya jor jî 'Sal bi sal xwezî bi par' e. Yanî rewşa jiyanê, aboriyê, xwezayê yan mirovan her ku diçe xirab dibe, lewra mirov xweziya xwe bi dema borî ya jê gilî û gazinc dikirin, tînin.

Tobeya Darkutokê

Ji bo kesên ku gelek caran soza xwe bi cîh neanîne û gotina xwe nebirine serî, tê bikaranîn. Êdî di nava civakê de soz, ehd yan gotina wan bê qîmet e, ji ber ku bawerî bi wan nemaye. Kesên di vê rewşê de dema sozekê didin, yê pêşber ji bo asta bêbaweriya xwe nîşan bidin, jê re yan ji bo wî, biwêja, “soza darkutokê” tê bikaranîn. Ev biwêj di wateya ‘îro soz da lê sibe wê pêl soza xwe bike” tê bikaranîn.

Darkutok (Picus) cureyekî teyran e. Nikilê xwe gelekî tuj e. Lewra tevehiya rojê daran dikute, hêlînê di nava daran de çêdike û bi hêza nikilê xwe yê tuj kêzikên bin qaşûlên daran derdixe û xwe bi wan xwedî dike.

Çîroka biwêja, ‘soza darkutkê’ jî wisa ye: Ji ber ku tevahiya rojê bi nikilê xwe dara dikute, êvarê ji ber êşa nikil dinale û nikare raze û dibêje, ez ê careke din daran nekutim. Lê sibehê dema roj dihile, dîsa dest bi kutana daran dike. Her êvarê ji ber êşê sozê dide ku êdî daran nekute, lê her rojê dema êşa wê dihedine, heman karî dike.