Li Eyaleta Bremenê ji sala perwerdehiyê ya-1992-93an ve bênavber dersên Kurdî wek „Dersa Zimanê Dayikê“ fermî tên dayin. Hemû şagirtên beşdarî dersên Kurdî dibin, li gorî rewşa rêbaza dibistana wan ya nirxandina dersan, an notên hijmarî an jî kurteraporeke di derbarê pêşveçûna xwendekaran a di dersa Kurdî de werdigirin. Eger şagirt di dersên din de not digire, di dersa Kurdî de jî not digire, eger ew di dersên din de rapora pêşketina fêrbûnê digire, di dersa Kurdî de jî rapora fêrbûnê digire. Notên ji bo dersên Kurdî tên dayin, mîna dersên din xwedîbandor in û di karnameyên (Zeugnis) şagirtan de têne nivîsandin. Şagirtên pola 4’an, an jî ya 6’an diqedînin, di dawiya sala perwerdehiyê de bawernameya (Urkunde) ku ji aliyê mamosteyê Kurdî û gerînendeya/ê dibistanê ve tê îmzekirin, digirin.


Li şeş dibistanan dersê dide

Li ser pirsa me, mamosteyê dersên Kurdî Emîn Akbaş got: „Ez ji sala perwerdehiya 1992-93an, ango ji demeke qasî bîst û du salan ve, bê navber li dibistanên malbatan li wan serîlêdan pêkanîne û zarokên xwe nivîsandine, dersên Kurdî didim. Di vê sala perwerdehiyê ya îro (22‘ê Tîrmehê) bi dawî bû de, min li pênc dibistanên cuda ders da 90 şagirtaên polên ji 1ê heta 6’an. Ji van, 23 şagirtan xwendina xwe qedandin, ango mezûn bûn. Li gorî hijmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ezê di sala perwerdehiya 2015-16’an de li van dibistanan dersan bidim; Schule am Wasser (Grohn), Schule an der Grambker Heerstrasse (Grambke), Schule am Halmerweg (Gröpelingen), Schule an der Robinsbalje (Huchting), Schule Kirchhuchting (Huchting) û Schule an der Delfterstrasse (Huchting). Eger ji vêga ve dêbav zarokên xwe yên wê biçîne polên ji 1ê heta 6an, ji bo beşdariya dersên Kurdî binivîsin, hijmara dibistanan û di pey re ya mamosteyan dikare were zêdekirin.“

Mamoste Ronî Stêrk jî ragihand ku serdema borî ya dibistanê wî ders daye 87 zarokan û wiha axifî: „Li gorî hijmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ezê di sala perwerdehiya 2015-16an de li van dibistanan dersan bidim: Tami-Oelfken-Schule (Lüssum) Grundschule an der Andernacherstr. (Osterholz/Tenever) û Grundschule am Pfälzer Weg (Osterholz/Tenever). Herwiha li gel Senatoriya Perwerde û Zanistê, ji bo dana dersên Kurdî li dibistana Schule am Osterhopp (Hemelingen) jî hewldanên me berdewam dikin.


Saleke serkeftî bû

Mamosteyên zimanê Kurdî Emîn Akbaş û Ronî Stêrk wek peyva dawî gotin: „Me bi alîkariya malbatan, bi piştgiriya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK û Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Gewerkschaft Erziehung û Wissenshaft-GEW) û herwiha bi xebateke baş bi Senatoriya Perwerdehiyê, dibistan û mamosteyan re, saleke perwerdehiyê ya serkeftî li pey xwe hişt. Em ji bo hemû kes û saziyên ji bo vê serkeftinê hêz, alîkarî û piştgirî dane me sipasiyên xwe pêşkêş dikin. Em hêvîdar in, ku malbatên me wê di vê sala perwerdehiyê ya 2015-16an de hîn zêdetir li mafê xwe xwedî derkevin. Bi vê hêviyê, em ji hemû şagirt û malbatên xwe re betlaneyeke xweş ya bê derd û bela daxwaz dikin. 


AZÎZ ÇÎFTÇÎ/ BERLÎN