BASIL REŞÎD/ARIF SILÊMAN ANHA/ŞEHBA Li gundê Nêrebiyê ku ser bi Kantona Şehbayê ve ye, cara yekemîn niştecihên wir bi zimanê Kurdî wê perwerde bibin. Nêrebiyê gundekî Kurdan e û yekemîn car dibistana bi Kurdî perwerde dide hat vekirin. Avahiya ku niha wekî dibistan bi kar tê, di destpêka şoreşê de wek kargeh û bendên leşkerî dihatin bikaranîn. Lê piştî hêzên şoreşger di sala 2016`an de gund ji çeteyan rizgar kirin, saziyên perwerdê dibistan li heremê vekirin. Komîta Perwerdeya Civaka Demokratîk li gundê Nêrebiyê dibistanek bi navê şehîd Baran vekir. Rêvebirê Dibistanê, Mihemed Ebdulqadir diyar kir ku Komîteya Perwerdê ya Civaka Demoqratîk beriya 20 rojan dibistaneke nû vekir û tê de 120 xwendekar hene. Kêmasî hene lê zarok kêfxweş in Ebdulqadir da zanîn ku destpêkê dibistan paqij kirin û got, “Me nas kir ti mayîn tê de tine ne. Ji bo vê yekê me derî li xwendekaran vekir. Lê hejmara kadroyên perwerdê li gel me kêm in.” Ji aliyekî din ve zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku ew gelekî kêfxweş in ku dibistan careke din hatin vekirin  û ew bi zimanê Kurdî dixwînin. Li gorî berpirsyaran ku li Kantona Şehbayê  wê hemû dibistan 3`yê Hizêranê dest bi perwerdeyê bikin.