Piştî ku dibistanên Kantona Cizîrê deriyên xwe ji şagirtan re vekirin, pirtûkên nû yên bi zimanê Kurdî yên sîstema perwerdehiya civaka demokratîk li şagirtan li hersê refên destpêkê yên dibistanên seretayî hatin belavkirin. Mamosteyên dibistanan jî dest bi perwerdeyên xwe li gorî sîstema nû kirin.
Nûçegihana ANHA’yê li ser dibistanên herêma Dirbêsiyê geriya û rewşa mamoste, şagirt û dibistanan şopand. Malbatên şagirtan jî diyar kirin ku ew bi salan e li benda perwerdeya bi zimanê Kurdî bû û kêfxweşiya xwe bi sîstema nû ya perwerdehiya civaka demokratîk anîn ziman. Mamosteyên dibistanan jî diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe hewl bidin bi şêwazên herî hêsan zanist û çanda herêmê bi şagirtan li gorî sîstema nû bidin fêrkirin.
‘Kurdî ji bo me xewnek bû’
Dayîka bi navê Yildiz Etiyê diyar kir ku zarokekî wê di refê duyemîn a dibistana seretayî de ye û wiha got: “Piştî ku zarokê min ji dibistanê vedigere ez alîkariya wî di spartekên wî de dikim û ez gelekî bi sîstema nû ya zimanê Kurdî kêfxweş im.”
Yildiz Etiyê diyar kir ku ew ferq û cudabûneke mezin di navbera sîstema berê û ya nû de dibîni û got: Ez ji zarokên xwe re dibêjim ku ev sîstema nû bi saya berxwedana têkoşeran hatiye avakirin. Zarokê min bi hêsanî waneyên xwe dixwîne û ezber dike.”
Yildiz Etiyê destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî ji bo wan xewnek bû û niha rastiya wê tê jiyankirin û wiha domand: “Gelên ku bi zimanê xwe çanda xwe nexwîne nikare hebûna xwe jî wekî miletekî xwedî nasname û şaristanî xwe îspat bike.” Yildiz bang li hemû welatiyan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanan û beşdarî vejandina çand û dîroka xwe bibin.
Wê astengiyan ji pêşiya xwe rabikin
Yildiz her wiha hemû aliyên ku beşdarî amadekirin û avakirina vê sîstema perwerdehiyê bûne silav kirin û banga bilindkirina asta têkoşînê di vî alî de kir.
Derbarê heman mijarê de mamosteya bi navê Ronahî Mella Reşîd diyar kir ku ew wekî mamoste dê bi hemû hêza we şagirtan perwerde bikin û bi berpirsyarî nêzî vê mijarê bibin û wiha destnîşan kir: “Em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Em ê nifşên nû li gorî rêgezên civaka demokratîk û azad perwerde bikin û hemû astegiyan ji pêşiya xwe rabikin.”
Şagirtinên dibistanan jî diyar kirin ku ew di perwerdeya bi zimanê Kurdî de ti zehmetiyan nakişînin û kêfxweşiya xwe bi sîstema nû ya perwerdehiyê anîn ziman.