Navenda Çanda Dîcle û Firatê ya Amedê ku di sala 2003'a de hat avakirin, di bin baneyê xwe de gelek xebatên çand û hunerê dimeşîne. Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê, xebatên tembûr, dengbejî, govend, gîtar, şano û gelek beşên din meşand. Navenda Çand û Hunerê ya Dicle-Fıratê li gel hemû astengî û pirsgirêkên pergalê xebatên çand û hunerê berdewam dike. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya di sala 1991'an de li dijî bişaftin û polîtîkayên tunekirina çand û hunera Kurdan ji bo parastin û pêşxistina çanda Kurdan hate avakirin, piştî salên 2000'an li her bajaran şax ji xwe berdan û belav bû. Navenda Çanda Dîcle Firatê jî di sala 2003'an de di bin baneya NÇM'ê de li Amedê hate avakirin û dest bi xismeta çandê kir. Navenda Dîcle û Firatê dema dest bi xebata çandê kirin her tiştê xwe danîn holê û dest bi xebatê kirin. Beşek xebatên navendê xebatên şanyê ye. Dîcle Firatê di çarçoveya xebatan de yekem car kursa perwerdehiya şanoyê bi Kurdî dan destpêkirin. Beşa şano niha perwerdehiyê bi Kurdî dide 25 xwendekarên zarok. Zarokên ku ders û perwerdehiya şano bi Kurdî distînin, ji perwerdehiya xwe pir kêfxweş in.

Zarokên ku temenê wan di navbera 7-14 salî de tên guhertin, vê firseta perwerdehiya Kurdî baş dinirxînin û bi lezfîn fêrî şanogeriyê dibin. Zarokên ku li kursê perwerde dibin piştî 7 mehan dersan bibînin dê lîstikek şano amade bikin û bi lîstika xwe ya nû derkevin pêşberî temaşevanan.

Rihatiya ziman…

Mamosteya Şanoyê û xebatkara Navenda Çanda Dîcle Firatê Hatîce Katar, diyar kir ku hemû zarokên tên tev li qursê dibin û dersên şanogeriyê dibînin pir jîr û pêşketîne û zû fêrî şanogeriyê dibin. Katar, anî ziman ku niha ew bi Kurdî skeçên kin dinivîsin û prova dikin. Katar, da zanîn ku zarok bi zimanê dayikê zûtir fêrî şano dibin û perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêtir zarokan pêş dike û rê li pêş serkeftinê vedike û wiha got: "Ji ber ku em bi Kurdî perwerdehiyê didin, zarok bi vê sedemê zûtir fêrî çand û hunerê dibin û girêdanek xurttir çêdike. Katar, destnîşan kir ku di bin baneya xebatên çandê de gelek atolye û kursên wan hene û atolyeya şano jî êdî pêdiviyek lezgîn e. Katar, destnîşan kir ku ji bo ew kêmasiya şanogeriyê ji holê rakin mehek berê atolyeya şanogeriyê vekirin û dest bi kursa perwerdehiya şano ya bi zimanê Kurdî kirin. Katar, diyar kir ku niha 25 zarok li kursê perwerde dibin û ji ber ku zaro bi zimanê zikmakî fêrî şano dibin zû pêş dikevin. Şano jî wekî beşên muzîk û beşên din beşek zor û zahmet e. Ji ber vê yekê em bi baldarî û hişyarî li ser vê beşê radiwestin. Em spartekên nivîsandina skeçên bi Kurdî didin zarokan."

Zarok kêfxweş dibin

Katar, destnîşan kir ku dema wan ewil dest bi perwerdehiya zarkan kir zahmetî kişandin, lê niha ji ber ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê didin zarokan pir kêfxweş in.
Zaroka 11 salî Şîyar Tosun, ji anî ziman ku ji ber ew bi zimanêxwe perwerdehiya şano dibînin kêfxweş in û zûtir fêr dibin. Tosun, bang li hemû zarokan kir û xwest tev li kursên perwerdehiya Kurdî ya çand û hunerê bibin û bi zimanê xwe çand û hunera xwe fêr bibin. Zaroka 12 salî Ronahi Çagirici jî anî ziman ku ji ber ew bi zimanê xwe perwerdehiyê dibîne kêfxweş û bextewar e. 

DÎHA/AMED