Xelatên Şehîdên Çapemniya Azad û Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20'ê Îlonê de ji aliyê endamên JITEM'ê ve li Amedê hate qetilkirin di roja salvgera wî de li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bi merasimekê hate dayîn. Di merasimê de li gel Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, wekîlê Şaredariya Peyasê Mahmut Dag, nunerên ÎHD, KESK, KADEP Û HAK-PAR û xebatkarên çapemeniya azad bi sedan kes amade bûn. Merasimê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Sînevîzyona li ser xebatên çapemeniyê û jiyana Apê Musa hatiye amadekirin hate pêşandan. Sînevîzyon bi baldarî û eleqeyek mezin hate temaşekirin.
Di beşa nûçeya Kurdî de nûçeya bi navê; "Ji bo bilindahiya rojê ku ji rojhilat hiltê mînakek: Komunên Gundan" nûçegihanê DÎHA'yê Abdurrahman Gok û Samî Yilmaz hêjayî xelatê hatin dîtin. Xelata Juriyê Nûçeya Kurdî jî bi nûçeya, 'Pilingê Kurdistanê" hêjayî nûçegihanê ANF'ê Abdullah Bîlen hate dîtin. Xelata Gok, Şaredar Baydemîr da û axaftineke kir. Nûçegihana ajansa DÎHA'yê Abdurrahman Gok piştî xelat ji destê Bademir girt, diyar kir ku gelek salin xelat sitendina Apê Musa xewn û xeyalên wî dixemilîne û ji ber vê yekê gelek kêf xweşe. Gok, bal kişand ser gotinek Apê Mûsa û wiha got: "We digote min çima tu bi Kurdî nanivîsî. Êdî ez bi Kurdî dinivîsim ger hûn jî fêrî zimanê xwe nebin ez xêrê ji we nebînim. Ji ber vê gotina Apê Musa ji bo ku piçek be jî Apê Musa xêrê ji min bibîne min bi zimanî Kurdî xeber da û xebitîm. Ez bawerim ev salon tev jî dixwaze apê musa xêrê ji wan bibîne ji ber wê yekê hun jî bi Kurdî fêr bibin." Gok bang kir û xwest ku malbatan bi zarokên xwe re Kurdî biaxifin ku em jî xêre ji xwe bibînin.

Xelat ji dayikên aşitîyê re
Di beşa nûçeya Tirkî de jî ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê nûçegihan Mutha Çetîn û Evrîm Kepenek hêjayî xelatê hatin dîtin. Çetîn û Kepenek bi nûçeya bi navê, "Tecawuza Leşkeran a 66 rojan dewam kir" beşdarî pêşbirkê bûn.
Xelata Jûriyê Nûçeya Tirkî jî ji bo nuçegihanê Gazete Haber Turkê Îlyas Akengîn ji bo nûçeya bi navê, "Me tecawuz kir, tu xwe daliqîne" Kepenek dema ku xelata xwe girt axaftineke kir û da zanîn ku generalên Apê Musa yên piçûk hebu û yên ajansa DÎHA'yê jî generalên jin hene. Kepenek, xelata xwe ji dayikên aştiyê re diyarî kir.
Di beşa wêneyê de xelat ji bo Selahattin Sonmez ji ber wêneyê bi navê, "Sen Yanmazsan Ben Yanmazsam" (Tu ne şewite, ez neşewitim) hêjayî xelatê hate dîtin. Sonmez di rojnameya Hurriyet Daily News de dixebite.
Juriyê Wêneyê Ramazan Yavuz ê bi navê, "Du rûyên Başûr-rojhilat ê nayên guhertin: Dijwarî û xizanî" jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît. Ramazan Yavuz di Ajansa Nûçeyan a Dogan de dixebite. Yavuz xelata xwe jidestê Wekîla Şaredara Peyasê Mahmut Dag grit.
Juriyê beşa karîkaturê xelata yekemîn da Mûsa Keklîk. Her wiha xelata taybet a juriya karîkaturê jî ji bo Murat Îpek hate dayin. Murat Îpek hê jî di Girtîgehê de ye. Li ser navê Murat îpek bavê wî Sahran Îpek xelatê ji destê parlamentera berê ya Ewropayê Feleknas Uca girt.

Ji bo Banu Guven xelat
Xelata Gurbetellî Ersoz ji ber hestyariya xwe ya di warê pirsgirêka Kurd de bernamevan Banu Guven ku ji ber pirsgirêka Kurd dianî rojevê neçar ma ji televizyona dixebitî derkeve hêjayî xelatê hate dîtin. Guven xelata xwe ji destê kurê Apê Musa, Dîcle Anter girt. Guven da zanîn ku ji rêya ku Apê Musa meşiyaye ewjî li Amedê meşîyaye û da zanîn ku qetîlan dema kesayetên weke Apê Musa, Hrant Dînk ji nava gel distînin deh ji wan zêde dibe.
Rojnameger Banu Guven jî di merasimê de derket ser dikê û bi hêstiyar bû. Guven, da zanîn ku Gurbetellî Ersoz jinek girêdayî nasnameya xwe bû û rojnamevaneke li pêy heqiqetê bû. Guven, bilêv kir ku dema ku mirov baweriya xwe ya li hemberî edaletê winda bike wê demê jî mirovan re biryarên nû dide sendin. Guven, diyar kir ku ew vê xelatê ji bo kesên ku li pêy heqîqetê baz didin distîne.
Dîcle Anter jî axaftineke kir û wiha got, "Ez niha gelek hêstiyarim. Lê dixwazim hişyarîyeke bikim. Bila malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Em hesasiyeta xwe winda nekin"

Mazlûm Erencî nehat jibîrkirin
Xelata Çapemeniya Azad a Rûmetê jî ji bo malbata Mazlûm Erencî ku di encama şerê li Dêrsimê hêj di 17 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da hate dayin. Mazlum Erencî hêj di zaroktiya xwe de ked dabû çapemeniya Kurd. Xelata Çapemeniya Azad a Rûmetê dayika Mazlum girt. Dayika Mazlum Erencî Remziye Erencî jî da zanîn ku Azadiya Welat ji bo Mazlûm malbat bû lowma jî divê xelat li Azadiya Welat bimîne.

Her wiha xelata kedê ya çapemeniya Azad diyarî MEYADER hate kirin. Saziya MEYADER'ê, di nava salê de li gelek bajaran ji bo kişfkirina gelek gorên komî xabat meşand û ev keda wê hêjayî xelatê hat dîtin.

AMED