Di dawiya vê hefteyê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr alîgirê sekreterê giştî Mustafa Yildiz, berpirsiyarê xebatên tenduristiyê Nedîm Yaşli û berpirsyarên DÎSKÎ’yê çûn kampa zarokan a ku ji aliyê şaredariyê ve ji bo zarokan li peravê gola Hazarê hatiye vekirin.
Dema ku Baydemîr û şandeya xwe hatin kampê zarokan ew bi destegulan pêşwazî kirin. Baydemîr bi berpirsyara kapê Handan Coşkun re xebatên zarokan ên atoleyeyê temaşekirin û baydemîr xebatên zarokan gelek ecibandin. Baydemîr piştî temaşekirina xebatên atoleyeyê bi zarokan re tevli lîstikên wan bû û zarokan jî ji muzîkê bigire hetanî şanoyê hemu hunerên xwe di bin navê lîstika bi navê ‘ Arkadaşim ne Yapiyorsin- ‘Heval tu çi dikî’ de ji muzîkê bigire hetanî şanoyê derxistin holê. Baydemîr jî beşdarî lîstikên zarokan bû û bi zarokan re lîst. Her wiha zarok jî bi beşdarbûna Baydemîr a nava lîstikên xwe kêfxweş bûn û bi Baydemîr re stran gotin û govend girtin.
Di vê navberê de lîstika Mezopotamyayê ya navdar ‘Firî Firî’, ‘Destê kê li ser destê kê’jî nehatin jibîrkirin. Baydemîr piştre ji bo zarokan diyariyên ku di nav wan de pirtukên çîrokên Kurdî hebûn diyarî zarokan kirin. Her wiha Baydemîr bi 92 zarokan re yek bi yek eleqedar bû. Baydemîr piştî firavînê bi zarokan re ket hewzê û lîstikên avê bi zarokan re lîstin û rojeke xweş bihurandin.
Baydemîr ji bo Kampa zarokan jî nêrînên xwe anîn ziman û ev tişt gotin: “Ev xizmeta ku em didin van zarokan em didin pêşeroja xwe, ji ber ku zarokên me pêşeroja me ne. Hevalên me yên ku di nava van xebatan de ne jî her sal pêşdetir dikevin û tiştên nû li pirojeyên xwe zêde dikin. Ji bo vê xebata wan ya ji dil û pîroz ez spasiyên xwe ji wan re pêşkêş dikim û serkeftinê ji wan û zarokan re dixwazim.”
AMED