Kêla Memê bi bilindîya xwe ya çar hezar metreyî, ji dûr ve heybeta xwe nîşanî mirov dide. Bi latên xwe yên bilind û asê bi sarîncên xwe yên xwezayî yên ku salê dewanzdeh mehan berf di wan de dibîne, navdar e. Bi bayê xwe yê sar bi zozan û mêrgên xwe yên ku xeyalên şivan û bêrîvanan dixemilîne, serokê çiyaye li herêma Botan e. Bi hezaran corên gul û kulîlkan lê şîn dibin. Bi hezaran gul û kulîlkên navcuda û bêhnxweş, şeş mehan Kêla Memê dixemilînin. Li werzên ku firende û ajelên kovî li nav hebûna bi bereket çêlîk û çêjikên xwe mezin dikin. Kêla Memê bi dilovaniya dayîkeka dilovan mirov pêşewaz dike. Lê ev dilgermî ne li pêşberî yên ku li dijî qanûnê xwezayê derdikevin e. Li hemberî kesên ku li dijî qanûnên wî û xwezayê derdikevin pir dilsar û ne dilovan e. 

Mîna gelek çiyayên vî welatî, vî çiyayê jî navê xwe ji navê lehengekî girtiye. Navê xwe ji navê Memê şivanê zîrek, nêçîrvanê bijartî, jêhatiyê wêrek yê ku bi destên xwe hirç sax digirtin girtiye. Dibêjin ji ber wêrekî û jêhatîbûna Memê şivan, ne dizan û ne jî ajelên dirinde nediwêrîn nêzîkî keriyê wî bibin. 

Xortekî ewqas çeleng, lihevhatî bû mirov dil nedida ku berê awirên xwe ji ser bejin wî ya zirav û bilind biguhare. Ji temenê zarokiyê ve li nav çiya û zozanên herêmê keriyê pez çêrandiye. Heta gihiştiya bîst saliya xwe ne pezeke xwe winda kiriye û ne jî yek bi gûr û kaftaran daye xwarin. Nehiştiye diz yekê bidizin û ne jî hiştiye ajelên dirinde yekê bikujin. 

Mem keriyê xwe li cihên herî xweşçêre çêrandiye û li serkaniyan avdaye. Cihê ku carekê pezê xwe lê çêrandî careke din lê neçêrandiye. Kesî nedîtiye ku Mem cara duyem pezê xwe li cihê berê çêrandîbe. Her sal mî û bizinên wî cêwî karik û berxik anîne. Her mî yê du berxikan anîne û her bizinê du karikan anîne. Gelek mî û bizinên wî salê du caran zayîne. Hê nehatî bîst saliya xwe bi şivaniyê, bûye xwediyên keriyek pez û êdî Mem bûye şivanê pezê xwe. 

Bi belavbûna nav û dengê şivanî, neçîrvanî, zîrekî, wêrekiya wî re, nav û dengê hostatiya bilurvaniya wî jî belav bûye. Dibêjin, qet ti caran kopal û kevir li dijî pezê xwe bikar ne anî ye. Bi awazên bilurê kerîyê pez çêrandiye û bi dengê bilurê biriye ser avê. Dengê bilura wî li nav dengê sed bilurvanî diyar û awazên wî cuda bûn. 

Dema ku Mem tê bîst saliya xwe dilê wî jî dibe nêçîra dilberekê û di tora evîna wê de dilerize. Ew û keça axayê êlê dil dikevine hev û dibine evîndar. Lê kêliya bavê keçikê ji evîna wan agehdar dibe, hemû pezê wî jê distîne, şivaniyê li nav êlê lê qedexe dike, dixwazê wî bigire û di axûrê hespan de girê bide. Lê Mem xwe nade girtin û ber bi bilindiya çiyê ve derdikeve. Rojeke tê li ser lata jorî malan bilura xwe derdixê û bifî bilurê dike. Dilê pîr û kalan xemgîn dike û evîndariya wan ya mîrî tînê bîran wan. Keç û kurên ciwan li awazên ku ji bilura wî derdikevin guhdar dikin û dilê wan bi agirê evînê dizincire. Evîndara wî, hew xwe digire ku neçe gel Memê xwe. Bi dîzî ji binê konê bîst û çar sitûnan derdikeve, xwe ji êlê didizê û ber bi dengê bilurê ve direve. Pezê wî jî yeko yeko ji nav keriyên axê derdikevin û di nav latên asê re xwe digihînine şivanê xwe. 

Mêrê êlê hemû bi axê re ji nav malan derdikevin li Memê şivan û keça axê digerin. Çend roj û mehan li wan digerin û wan nabînin. Payîza dereng derdikevine ser çiyê û pêşî dengê hawara giriyê axê dibihîzin. Mêrên êlê û axa dibînin ku ji serma pez kom bi kom bûne kevir. Mem û evîndara xwe jî hevdu hembêzkirine û ew jî bûne kevir. Li wir, wê kêliyê navê çiyê dikin Kêla Memê. Ji wê rojê û pê de bi hezarên sala ye ku mirovên herêmê ji çiyayê xwe re Kêla Memê dibêjin. 

Li vî çiyayê heta cihekî mirov dikare bi hêminî bimeşe ji ber rê hinekî ferih in. Mirov hêdî hêdî ber bi jor ve hildikişin. Lê her ku rê dirêj dibin meşa wan zehmet dibe. Li nav lat û zinarên asê mirov neçar dibe ku yeko yeko û bi agehdarî bimeşe. Ji wê re jî sebreke mezin, vîneke bihêz, baweriyeke ji pola û wêrekiyeke tirsnenas dive, heta ku mirov karibe derbasî serê çiyê bibe. Çend derî hene ku rê didin ji bona mirov di wan re derbas bibe. 

Kêla Memê aliyê ku li Besta dinêre mîna kevanekî xuya dike. Bi geliyekî kûr dibe du beş û beşê ku li Cûdî û Besta dinêre bi navê Serik tê navkirin. Li vir Serik û Kêla Memê bi dilovanî mîna du evîndaran li hev dinêrin. 

Li vî aliyê çiyê li ber her kaniya gelî û newalê gundek hatiye avakirin. Hin ji wan berî bi hezarên salan ava bûne û hin berî bi sed salan ava bûne. Gelek ji van gundan piştî avabûnê wêran bûne û bêxwedî mane. Li ser her dar û kevirên van gundan nîşana oleke cuda û keda mirovên wan xuya dike. Ji roja Zerdeşt û Manî, heta xaçê filehan û heyva misirmana mirov li ser kevirên van kevne xirbihan dibîne. Şopa keda pêşiyên Kurdan, Sûryan û Ermenîyan li nav her zeviyê li binê her darê xuya dike. Li ber kanî û avên ku di nav van gundan re diherikin leyîstokên zarokiyê tînê bîra mirov. Ev gundên ku li nav bihuşta xwezayî hatin ava kirin, hişê mirov dibine berî dîrokê. 

Ji her girî ava berfê tê tevlî ya kaniyan dibe û bi govend û dîlan ber bi jêr ve xwe ber didê xwarê. Li jêr bi sedan avên cuda digihine hev û çemê Hêzil ji wan pêk tê. Çemê Hêzil zaroka Kêla Memê û Serik e û wan ji hev cuda jî dike. Serik rê didê dilxweşî û şadiya herika Hêzil. Li jor mîna zarokeke bi dê û bavê xwe re şad be, Hêzil jî wisa şad e. Her ku bi jêr ve diçe dibe mîna keçeke ku ber bigihiştinê ve diçe xweşik dibe. Piştî ger û seyrana li nav Besta, keça Botan ya serhildêr digihje kurê Botan yê xweragir Cûdî yê pîroz.