Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş sala par gelek caran rastî astengiyên dewletê hat û muhur li deriyê wê hat xistin. Lê li gel hemû astengiyên dewletê dîsa deriyên xwe li xwendekarên xwe vekir û perwerdehiya Kurdî da xwendekaran. Dibistana Dayika Uweyş îsal li avahiyek nû bi kelecanek mezin dest bi serdema nû ya perwerdehiyê kir. Dibistana nû bi alîkariya KurdÎ-DER'ê hat xemilandin û amadekirin û deriyê xwe li xwendekaran vekir.

Ji bo gelê Kurd hevî ye'
Mamosteyên dibistanê Zeytûn Akdeniz, anî ziman ku ew di pêvajoyek gelek girîng de perwerde didin û li dibistanên azad perwerdehiyê didin xwendekarên Kurd. Akdenîz xwest gel bi dil û can dibistanê hembêz bike û wiha got: "Dibistanên me ji bo gelê Kurd heviyek mezin e."
Mamosteyê dibistanê Dogan Enguder jî bal kişand ser pêvajoya çareserî û demokrasiyê ya sala par û wiha got: "Me di pêvajoyek çareserî û demokrasiyê de dibistan vekir. Lê dîsa dibistana me her dem rastî tundî û êrîşên dewletê hatin. Niha di vê pêvajoya şer de dîsa êrîşî dibistanê kirin. Ger ku dixwazin di navbera Kurd û tirkan de aştiyê ava bikin divê berî her tiştî hurmetê nişanî nirxên me bidin. Divê hurmetê nişanî dibistanên Kurdan bidin. Li Geverê bi dehan dibistanên tirkî hene. Lê dibistanek Kurdî tehamul nakin. Gelê me heta niha tu zerar neda dibistanên wan. Lê ew êrîşî dibistana me dikin. "

Li hemû bajaran divê vebin

Enguder, xwest hurmetê ji dibistanên wan ên azad re nîşan bidin û wiha berdewam kir: "Hevî û baweriya me em li hemû bajarên Kurdistanê dibistanên Kurdî vekin. Em dixwazin hemû malbat li dibistanên xwe yên azad xwedî derkevin.”


NEDÎM TURFENT
DÎHA/COLEMÊRG