Navçeya Bazîdê bi berhemên dîrokî û şûnwarê xwe warekî dîrokî û çandê ye. Bi berhemên dîrokî her dem bala cîhanê dikişîne ser bejna xwe. Lê ji ber ku ev berhemên dîrokî ku wekî muzeyek vekiriye nayê parastin, wêran û talan dibe. Keleha Urartuyan û Qesra Îspak Paşa yên 7 kîlometre dûrî Bazîdê ne, wêran dibin. Keleha ku liser zinar û latê bilind hatiye avakirin, ji ber ku nayê restorekirin û nayê parastin wêran dibe. Keleha ku Tirbeya Ehmedê Xanî û Qesra Îspak Paşa hembêz dike, silavê dide Çiyayê Agirî. Keleha ku heta niha nehatiye parastin ji ber şert û mercên hewayê tê rûxandin û rêya wê tev xera bûye.
Qesra Îspak Paşa ji cewherê xwe derketiye
Qesra Îspak Paşa ku bi mîmarî û teşeya xwe ya hunerî balê dikişîne ser xwe ji ber bi restorasyonek şaş hat nûkirin ji reng û ruyê xwe dûr ketiye. Qesra ku bi mîmariyek taybet hatiye avakirin û ji hezaran şagirtan re malovaniya perwerdehiyê kiriye, cewherê xwe winda kiriye. Esnafê bi navê Murat Şahin ku bi salan e li kontarê Kelehê û Qesrê kar dike, anî ziman ku di serhildana Agiriyê de bi hezaran welatî koç bûn û belav bûn. Şahin, da zanîn ku piştî koçberiyê Keleha Urartû û Qesra Îspak paşa hat terkirin û bê xwedî ma. Şahîn, da zanîn ku keleh û qesr niha ji gencîneyan re maye û her diçe wêran dibe.
HULYA EMEÇ/DÎHA/AGIRÎ