Ev Keleha Marnûkê jî li ser rêya dîrokî ya Ûrartuyan e. Rêya dîrokî ya ji Tuşpayê di ser Tûxê (Tatvan) re tê di ser keleha Gulicî (Akkent / Axkend) û vê kelehê re berê xwe dide Çarşîkelta Xinzorê. Keleha Marnûkê bi qasî 4 km li başûrrojavayê gundê Melakendê ye. Ew di navbera herêma Zoxar (develan) û Marnûkê de li ser girê herî bilind ê di nava çivên çemoka Marnûkê de ye, hatiye avakirin. Li gor kadastroya Tirk li ser girê bi hejmara 1634 ye û Keleh navê xwe ji vê çemoka Marnûkê werdigire, yên keleha girê Zoxarê dibêjin jî hene. Çemoka Marnûkê ji başûrrojhilatê kelehê re tê, di başûr û rojavayê kelehê re diçerixe, berê xwe dide deşta Zoxarê (Develanê) û diçe dikeve ser çemê Melakendê ku hin jî jêre çemê Lîzê dibêjin. Mirov dikane ji ser keleha Marnûkê hetanî girê li başûrê Xinzora jêr, çiyayê Xamirpêtê, keleha Muşê û beşeke deşta Mûşê bibîne. Her wiha keleha Gulicî (Akkent) û girên li rojhilatê çemê Melakendiyê, keleha Neynikê, Zuxrên çemê Mamî ya bendava Ûrartuyan li ser e, bibîne. Navbera keleha Marnûkê û bendava Ûrartuyan (Bendava Gawiran) 2,7 km ye.
Li Keleha Marnûka li ser girekî gelek leşkerîstratejîk e, li bakurê wê deşta mezin ya Zoxarê (Develan) ku ta ji dema Ûrartuyan vir ve çandiniyeke bi adan lê tê kirin, heye. Li başûrê kelehê jî zevî û ziyanê devera Marnûkê dirêj dibe. Arkologên pispor cara dawiyê di sala 2009 – 2014ʼan de bi lêkolîneke rû û kelehnasînê li ser kelehê û derdora wê pêkanînin. Pispor di wê baweriyê de ne ku ev Keleha taybet ji bo du armancên girîng hatiye lêkirin. Yek rêya dîrokî û karwanan parastin e. Ya dudyan jî çandiniya deşta Zoxarê û Marnûkê li gel parastin û kontrolkirin e. Her wiha ev keleh bi vê armancê hetanî hatiye gihîştiye dema Osmaniyan jî bi aliyê gelek serweriyan cuda wek Med, Pers, Roma ve hatiye bikaranîn. Ev keleh hîç nehatiye restore kirin, çawa hatiye lêkirin wisa kirine xizmeta xwe. Ji bo raçavandina hawîrdor îro jî roleke girîng werdigire.
Doc. Dr. Hanifi Biber û Prof Dr. Rifat Çavuşoglu di navbera 2009-2014ʼan de li ser dixebitin. Xebeteke çend salan e, lê encama xebatê wan bi tevahî bi destê min neket, bes yên ji bala giştî re hatiye ragihandin bi destê min ket. Keleh li ser du berpalên cuda yê weke sewkî hatiye lêkirin. Ango keleh ji du beşan pêk tê keleha Hindir û keleha li dor Keleha hundir li ser sewkiya Rojhilat ya fireh hatiye lêkirin. Mezinahiya der yan jî li ser sewkiya Rojhlat bi berahiyeke li dora 95x105 metreyî ye. Beşa kelehê ya li ser sewkiya Rojava teng û piçûktir e. Bi berahiyeke 50x55 m mîna kareyê xuya dike. Keleh li ser zinarên kewke hatiye lêkirin. Deriyê kelehê li Rojhilat vedibe. Mirov dikane ji aliyê çemoka Marnûkê bi rêya ku bi meyleke ji % 10 ji Rojava berbi Rojhilat bilind dibe, piştî çivekê cardin berê xwe dide Rojava û dikeve kelehê. Ev rêya antîk li ser sewkiya di hundirê kelehê de jî li ser sewkiya Rojhilat didome.
Hem sûra li dor keleha hundir û hem jî keleha din bi kevirên Kisîni yê bi karkirine baş û kevirên nehatine teraştin hatine lêkirin. Her wiha cih bi cîh kozikên parastinê ku wek bircan tên xuyakirin jî di sûrên kelehê de hene. Herçendî zinarên bakur yên keleh li ser hatiye lêkirin, gelek bilind e, li ser wan zinaran jî dîwar hatiye lêkirin. Xebata li ser zinarên di dîwarên keleha hundir de hatine bikaranîn jî hetanî radeyekê dişibin sûra dorê. Dîwar bi kevirên di forma kiklopîk, yanê çend nîşk ve hatiye lêkirin. Ev teknîka lêkirina dîwaran nîşanê me dide ku keleh di destpêka Serdema Hesin de hatiye lêkirin. Yanê di salên pêşîn yên Ûrartuyan de ev keleh hatiye lêkirin. Dibe ku di dema bavê serdar Îşpunu de hetibe lêkirin. Her wiha parçên ferfûr û kûzên destpêka Serdema Hesin û Serdema Hesin a navîn yên li vir hatine dîtin jî vê dîtinê piştrast dikin.
Bi qasî 200 m li bakurrojhilatê Keleha Marnûkê li dora rêya dîrokî bi berhiyeke 150 x 500 m Gor û bingehên avahiyên ji dema Ûrartuyan mane hene. Mixabin ku piraniya wan bi destên gêncînegerên bêbav hatine xirakirin. Di berpalê girê zinarînê piçûk de ku li Rojavayê vê goristanê ye, goreke di zinar de wek odeyeke piçûk heye. Mixabin ku gencînegeran beşeke wê jî rûxandine. Bê vana li heremê nîşaneyên gelek kavîlan hene, bes li benda lêkolînê ne.
Agahiyên der barê vê kelehê de bi destê min ketine, bes ev in. Hêvî dikim ku min kaniye ta radeyekê piçek be jî, hem ev erdnigariya herêmê û hem jî agahiyên der barê kelahê de ragîhînim we xwîneran. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de. Keleha Marnûkê / Melakendê-Kop

Agahiyên der barê vê kelehê de bi destê min ketine, bes ev in. Hêvî dikim ku min kaniye ta radeyekê piçek be jî, hem ev erdnigariya herêmê û hem jî agahiyên der barê kelahê de ragîhînim we xwîneran. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.